Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dijwarê Naso

Dijwarê Naso

2 görüntülenme 0 beğeni
Naçarî ye, xewnan dicivînim çîroka mayîna xwe jê re dirêsim Rewrewkê dipesinînim, çiya diherifînim, Deştan bi keviran radixînim Malwêraniya Beko li dar dixînim Kî wekû min heye, ey dîroka nezayî, Ez bi şewatê ava bûme ... Ji toşê ve... Ji humehuma dilkîniya xwe ve, Ji roja 13. 11. 1960ê ve?! Bûme gurnepaşê xewna dayikan, di nav parsiwên xwe de bêhimbêz dimînim. Kî dikare Girê şermolayê bêcî bike Kî dikare zîzokan ji nav destê min derxîne û Tozê ji pey min bibire Kî dikare wekû min Xweda biafirîne û bi tîna xwe wî ji hebûna zuha bike, Taku di avakirina mirovekî serbixwe bimînim. Ne pûç û ne bi hêvî .. Ber bi sînga dilbereke netêr xew ve birevim. Xwe Bi bihna endekoyê, têr paqijî bikim û Xwe bi nikildîkan têr reng bikim. Xwe t....ê....rr Vegerîna li zaroktiya xwe bikim bi çîxa û xezalê têr zaroktî bibim û Bi qeçaxçiyê şevê re, Berî bidim goristana te. Mest û serxweş û têr xew bibim. Bi qebqeba xewnan Amûdê şiyar bikim Ji sîtava Orkêşa dil veşartî di kevne jîniya min de û di qiraxên mayîna te de Têlên rêsayî têne cûtin. Bi rûyekî ji xewnan neşûştî, berî bidim kolanên te yên tevizî, Li ber deriyê dikanan rûnim, guhdiziya pesnê şoreşan bikim. û li wî cihê ku di gazinan de riziya ye parseke bêdeng bikim. piştre...piştre dînan li dora xwe dicivînim Sirûda her yekî bi rondikan dixwînim û ber bi asoyekî nepenî ve diçim. Di valahiya mestbûna te de, xwe dicûm, Di qelîştekên demê de. Diherifim wekû pilpilo, di bin pêlên nerazîbûna te de Rojzayîna xwe diyarî te dikim. Tu bûyî mîna xewneke Ji sîmavê li ber çavê min, diherikî Wêneyek kêşa, reng sorperî. Gurzek ji tîrêja heyvê, xwe bi ser pûtekî Berfîn ve berdabû, Dest biramîsim , yara bedew Bitirsim lêv zuha bibin çimkû derya jiyanê me çawa ez li ber te tî dibim Têm daqurtandin, wekû bihnê, Li ser biskan belav dibim Ez li ber bê diçim û têm Ger bigihêjim hinarkan ez ê dîn bibim.. Amûdê, 16.06.2000

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dijwarê Naso şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz