Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dijwarê Naso

Dijwarê Naso

2 görüntülenme 0 beğeni
Li hebûnê tê pirsîn Di nav gunehan de Yan Di mirna me de Dest li gewdê xwe Dipelînim.. Di nav windabûna demê de Xwe di bin Peline revyayî de diqurnisînim.. Ji ber buharek e nehatî li qorzîkên jiyanê digerim Dewsa dilopek Ji xwîna spî Tê de peyda bibe Nehatibe stirandin Di dîrokek Bi destên reşikên şevê nivîsandî Dibêjin Wilo hatin , wilo çûn Bê şarezayî Bê welat, bê kefen Bêyî xwe çûn Her tiştî ew Ji bîr kiribûn, Tenê mirnê ew bi bîr tanîn Tiştê mirin, Ji durûtiya xwe li ber Xwe diket, Gelo, ez ê çawa bikaribim gewdeyê xwe Ji ber vê mirnê zeft bikim? Gelo hûn ê çawa karibin Mirinê ji nav destê xwe berdin? Me tiştek ..... ji te navê Me tiştek, ji wan jî navê Tiştê me divê Piçek ken û Piçek hebûn Ger tovê hebûnê heba Me dê belav kiriba Li nav xaka mirovatiyê Pê bi pê Bê ku tirsa me jê hebe Yan Tirsa wê ji me hebe, û Xwîna laşê me vegeriya û Qama me pêre bilind biba Bilind biba........ Ta em bigihana cem Xwedê!! Wê gavê, pirsa ku di xwezya min de bi sedên salan maye Min ê jê kiriba Gelo Gunehê kê ye Hebûna me Mişext maye? Amûdê, 14.12.1996

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dijwarê Naso şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz