Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cerdoyê Esed

Cerdoyê Esed

2 görüntülenme 0 beğeni
Ahmedê Xanî û Feqîyê dilxûn; Qurnê tarî da pencê royê bûn hûn, Ber çevê xwe we didît zelûlî û xûn. Hûn bûn dengbêjê wê dinya tarî, Hûn bûn stêrka geş li nav hezarî, We qazanc kirîye navêd nemirî. Tunebû xwandin zimanê kurmancî; Gul dirêtin bi farizî, erebî, Bi cefa, bi dilê kul û merezî. Dinya kevn tîra xwe dilê we da cîkir, Navê kurmancîyê we unda nekir, Bi wî navî mane hûn nemir. Miletê kurmanc we bîr tîne, Zivistanêd emirê çetin bihurîne, Roja îroyîn bihar e, bihara hêşîn e. Kurmancê zêryayî niha xulam nîne, Dergê xwandinxana ber vekirîne, Çêkirdarê emirê xweşbextîyêne. *Şiêr û Poêm, 1959 **Çavkanî: Medya Civakî (twitter.com, @mistefayo) **Navê Helbestê jî aliyê Asoya Helbesta Kurdî ve lê hatiye kirin, şairî nav lê nekiriye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cerdoyê Esed şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz