Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cerdoyê Esed

Cerdoyê Esed

2 görüntülenme 0 beğeni
Dibêjin, ku gul bedew in, Te gula ra nakim heval, Ba lê dixe belg diwarin, Te gula ra nakim heval. Be'ra belek zehf bedew e, Lê cew û çem jê dikişin, Ez dixwazim ji çevê te, Tu car hêsir jê nebarin. Dara çinarê zahf rind e, Bejna tera nakim heval, R'okê dibe darê bibre, Bi birekê darbirê kal. Dibên hîv ji desta dûr e, Lê dêmê te hê bi nûr e, Bengzemîşî hîvê nakim, Leke dêmê wê qisûr e. Tu bedew î, bê qisûr î, Terzê ava kanya zelal, Ku bi qur'na jê tê xulîn Ew e layiq te ra heval *Tîpguhêziya ji kîrîlî: Yehya Omerî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cerdoyê Esed şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz