Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Çeper Bavê Kawa

Çeper Bavê Kawa

2 görüntülenme 0 beğeni
Xwezî şêrîn tu ya mi ba çandî li ber çavê mi ba Ya min û te dixwest biba Hingî çi´dba bila biba * * * Li pencera mim şîn biba Bihar ji nû wê şîn biba Dilê´m ji nû wê jîn biba Hingî bila ez dîn biba * * * Xwezî mûk ser lêva mi ba Da her li ber bihna mi ba Yan yek ji yê singa mi ba Ti nêzîkî dilê mi ba * * * Xwezî şêrîn min karî ba Navê te ser dil danî ba Bila îdî ez xwînîba Ezê dil xweş û şadî ba * * * Xwezî te xwe l´dil pêça ba Kezyê te ez girê da ba Di nava pêla bela ba Gemî çû ba ez hêla ba * * * Xwezî em hevsiyê hev ba Her ez û te li cem hev ba Jiyana me tevlî hev ba Kul û gaznê me ji hev ba * * * Xwezî tu kevoka şîn ba D´refka dilê min danî ba Ez bi sed derb û birîn ba Wek Memo bama tu Zîn ba * * * Xwezî bihara mi tî ba Barana te l? ser barî ba Cîhan tev li mi gurî ba Tenê çavê te hêvî ba * * * Xwezî şêrîn ez yê te ba Nan û ava me tune ba Bila kes l´dora me ne ba çavê te wê besî min ba * * * Xwezî em kil û kilçîv ba Ez şemal ba tu agir ba Ser serê min pêt û gur ba Dilê min tev ji xwer bir ba * * * Xwezî yar em j´hev ne dûr ba Em wekî têl û tembor ba An jî wek lêv û bilûr ba Yan em wekî mil û tûr ba * * * Ger dil ji min ne tejî be Vîn ne pêl û ne lehî be Ger giyanê´m bê hêvî ba Te sêdara mi danî ba * * * Xwezî l’ Wan em du masî ba Ji Diclê re du kanî ba Li Qamişlo du zevî ba Yan du kew l’ Gelyê Elî ba * * * Xwezî tucar xwezî ne ba Destê yara j´hev vene ba Gel azad ser xaka xwe ba Welat hemî yek parçe ba * * * Ez û tu tê de fira ba Li zozanê wê gerya ba Dil li ser singê ava ba Lîsê me refkê çiya ba * * * Bihna welêt li me çû ba Xwezî wê j’ bîra me çû ba Merqa mezin li dû ba Hingî tenê mirnê zû ba * * *

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Çeper Bavê Kawa şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz