Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Çeper Bavê Kawa

Çeper Bavê Kawa

2 görüntülenme 0 beğeni
Serokekî bengîn û balkêşî Hingor û dil sozî û dilêrî Tu her hîmdar û tu her lîderî Tu ber pirsiyarî û rêberî Dîrokek zêrîn û perwerî Tu her tacî û liser her serî Binav ti lîsta pêncî û çarî Tu kesk û sor û sipî û zerî Tu dengê Helebça birîndarî Tu her berêzî û ser firazî Tu bi agahî û bi rêbazî Tu pêşmergeyî ti her dozî Tu dengê Kerkûkî û yê enfalî Tu Zêwa û Xormal û şingalî Pêşerojî têkoşer û vînî Go vaye Gulan û hem ÊLûnî Bi bexş û biristî tu serokî Kesbûnek bi helkêş û hemdemî Tu hebûnî û tu nasnameyî Ji bo zanistiyê tu zangoyî Tu dîrokî û jiyana Kurdayî Ji mere tu bavê Giyaniyî Tu berlemanî û fidraliyî Tu her perojî bi avedanî Tu dengê gelî tu Kurdistanî Tu dengê her şehîdê windayî Li bin qûma çol û bêlanayî Sipas li ala li wa pêçayî Tu mafê zarokê şehîdayî Tu warê cegerxwîn û şêxoyî Ameda şêx seîdê paloyî Tu cizîriyî û ti xanê yî Tu bedirxanî û ti nehriyî Tu dengê Ihsanî û Simkoiyî Tu şêx Mehmûdî û ti Leylayî Ti Maşûqî û ti hem Qazî yî Tu kata Mistefa Berzaniyî Va lîsta delal lîsta kesk û zer Ya gelê bin dest sipî hesp li ser Wekî buraqa nebî pêxember Xizmet gûzarî bi zêr û gewher Bi xwîna şehîda gula daye der Ji guristana şehîd werne der Deng bi xwînê û erê her û her Ji bo Berzanî serok û rêber Eve roja go qenca diviya Bi yekîtiya herdû partiya Gel hemî pê bi kêf û şahiya Simbola kurda her Berzaniya 16/7/2009

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Çeper Bavê Kawa şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz