Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bêbuhar (Yûsif Berazî)

Bêbuhar (Yûsif Berazî)

2 görüntülenme 0 beğeni
Tu seydayê gelê Kurdî Bi helbestan te fêrdayî Li nav Kurdan te rûpel girt Di dîrokê ne windayî Tu Lorka û şikispîrî Tu Taxûrê me Kurdayî Heya Kurd hey li dunyayê Li nav Kurdan tuyî Manî Di tarî da te rojê Kurd Bi tîrêjê xwe ronî kir Gelek tiştên xuya nedbûn Ji Kurda re xuyanî kir Nexweş bû Kurd ji Kurda ra We tim dozê jiyanî kir Tu Bêkes û Hejarê Kurd Cegerxwîn û melê Xanî Te rê da ber gelê Kurd tim Ji bo Kurd jî felat bin ew Bi xamê bê hedar bûyî Dinivîsand bi şev bê xew Tu wek Ducla û Xabûr bû Herdû Zab û Ferat bû ew Dilopên hêsirê Kurdan Ji jor tên wan gelek kanî Ji dozê ra tu perwer bû Ji Kurda ra civat çêkir Ji nav Kurdan tu mir barkir Ji helbestan Kurd têrkir Cegerxwînê duduyayî tu Bi zanyarî we Kurd fêrkir Di gorê da tême serdan Mirî dîsa tu rêzanî Li ba serwer û zanên Kurd Ewên şandar tu mêvanî Li Bêkes û Hejarê zan Cegerxwîn û melê Xanî Riza û şêx Se`îdê kal Li ba Qadî û Barzanî Li Ihsan Nûriyê Agrî û şêx Mehmûd tu cîranî Tu çû ba wan li vir ez mam Silavê min li wana kî Bi helbestên xwe yî şêrîn Tu hêvî min ji wana kî Ku ez bimrim li ba wana Mi jî belkî bi cîran kî Bibêj ew Bêbuharê jar Ji wî min ev silav hanî Dibêje Kurd li Kurdistan Di xew dabûn we tev ş`yarkir Hemû Kurdên li cihanê Nezan bûn ew we tev zankir Dibê bavê me Barzanî Bi çekdarî rijîm sazkir Welatê Kurd xerab nabê Ji kurd ra wî binat danî Mi sûnd xwarî heya bimrim Dibê rêça we bernadim Heya saxbim li dunyayê Ji wê rêçê xwe banadim Bila nemrim bi sernizmî Ji çewser ra qe rê nadim Bila bimrim şehîd im ez Bila nemrim bi erzanî Welatê min di dest çû ser Ezê dozkim bi bêwestî Ku ê doz ke tucar namrê Kesê dozê xwe tim xwestî Mirovim ez wekî xelkê Divê jînbim bi serbestî Bi zor mafê xwe nestînî Tucar wê kes nebên hanî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bêbuhar (Yûsif Berazî) şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz