Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bêbuhar (Yûsif Berazî)

Bêbuhar (Yûsif Berazî)

2 görüntülenme 0 beğeni
Kesê bindest ji dujmin ew netrsê Lidij dujmin divê ew dest hilînê Lidij dujmin serî deynê bi tirsê Ne mafê wî li dinya jîn bimînê Kesê tirsok heroj dimrê li dunya Kesê mêr rojekê dimrê di jînê Kesê tirsok bi saxî nav mirî ew Kesê mêrxas ku mir lê nav dimînê Wekî baz wê li ser çiyayê bilind bê Bi azadî jiyana xweş bibînê Kesê tirsok riha nabê ji dujmin Ji dujmin re mirîşk bê wê li pînê Ji bo hêka xwedîkê wê bi kêrê Serî jêkê li dina wê nemînê Ji çiyan av ku bê xwar wê zelal bê Li cî kort av genîbê wê bimînê Li hawêr wê merovê wê nexweş bin Ji kelmêşa ji mikrobê ji bînê Kesê tirsok bûyira gel dibê qels Netirsmêra di nav gel de diçînê Kesê mêrxas nebes mêrbê bi kuştin Kesê mêrxas ewya mêrbê bixwînê Ji zanyarî ji abûrî ji konî Bi hersya re ku azad bê bixwînê Kesê tirsok nebê tacir li bazar Tu kar nakê newêrê ew kirînê Qesab ewbê dirav nadê kebabê Kebabê kes qe têr naxwê ji bînê Bi dil ew kes ne wek Ferhad û Mem bê Tu car namrê ji bo şêrîn û Zînê Mirin talî mirov barke ji dinya Kesê namûs ku pir bê wî dişînê Jiyan mi bêbuhara xweş buhartî Bi zanyarî bi ramanî bi vînê Kesê bê hiş tu car wê guh nedê min Kesê hişyar ji min wê sûd bibînê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bêbuhar (Yûsif Berazî) şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz