Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Aydin Orak

Aydin Orak

2 görüntülenme 0 beğeni
Min zarokek dît Li zagrosan li dîroka xwe digeriya bêrawest. Min zarokek dît Li birayê xwe yê pişta xetê dinêrî bi hesret. Min zarokek dît Qîr qîr qêriya lê dengê wî nedihate guhê min. Min zarokek dît Ji bo zarokatiya xwe ya ku qet ne jiyaye digirî. Min zarokek dît Li ser lîstikên xwe yên ku qet bi wan ne lîstibû digirî. Min zarokek dît Qet ne dikenî ji ber ku ji bîr kiribû ken. Min zarokek dît Êdî hêstir ne dibariyan ji çavên wî Di şûna hêstiran de xwîn dihat ji çavên wî. Min zarokek dît Xwediyê pirsgirêkên balkêş bû Weke çarenûsa min. Min zarokek dît Digirî, lê hêstir ji çavên min dibarîn. Min zarokek dît Li ser berfê ling tazî bû, lê min sar bû. Min zarokek dît Di sînorê dilê min de pêl mayinan dikir, ez perçe dibûm. Min zarokek dît Agir bi bedena xwe ve dikir, lê ez dişewitîm bi qîjeqîj. Min zarokek dît Jiyana wî jiyana min bû Ji ber ku min xwe di çavên wî zarokî de didît Ew çav jî… çavên min bûn.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Aydin Orak şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz