Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Aydin Orak

Aydin Orak

2 görüntülenme 0 beğeni
Di rojên qedexe yên derketina kûçeyan de Bi meherkên qetiyayî di reşên şevan de Ji mijankên te û lêvên şermok Bêzagon û bêqedexe Xweş bûn Baş bûn Ramûsan Ango! Min standin ramûsan bi barê hespan. Bêrawest im li rawestgehên te Kelehên sîngên te hidûdên namûsê ne Ji tiliyên lingan heta porê seran Ramûsanên qedexe ne Weke mirin û jiyanê. Dîwarên kevirîne ramûsanên te Tilîlî kêm nabin ji dîlanên te. Dilê te yê hesinî bi zincîr e Siya xençerê pir kûr e. Girêdayîne ramûsanên te bi têlên direhî Êsîr in di nav mahkumên reşik de Veşarîne ramûsan di lêvên te yên qedexe de.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Aydin Orak şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz