Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Arşek Baravî

Arşek Baravî

2 görüntülenme 0 beğeni
Bêhnik… hûrdem dîsa buhurtin Katjimêran roj ava kirin.. Ji çend hefteyan… meh (hîv) peyda bûn.. û mîna goriyan hatine pêşewaziya te.. Tu guneh ne mane.. ku xwe ne pêçane.. li regezên xwe.. Mîna rozgarên bûrî.. bêhêviyan gov kirine.. omîdewerên me.. Ên ku haydar bûn.. bê mizgînî.. Tew bêhestan..ne pelandin tu mize. Wey li mino ezo…. Nijdevanan... Talankeran... şêwazên hempaziyan kirine hevkêşe.. Werez…ne karê bilîmetaye.. Lê -gelo-hîbûdî jî ne hicrane?.. Girkirina girêcanan nabe wêje?.. Lêkerên bi pîvan.. li şaneşînên lêvan de hêwirîne.. naşî û hov jî bi qapanin.. pêkanîna xweziyan dilaperînin..jan û êşe.. Naxwe helab jî ne hîve?? Sawir jî ne hizrin…? Tenê pirsgirêk rêbaziye..?! çima kirî ev wêje?!! Siyana bi rûmet..dozdara civanên evraye Jiyana bê hêvî ji bextireşiyê re yasaye Sar û germî.. ji delîveyên nofa heyinê.. Seqaye..keşe... -kaku-gelo-eger-çawa -erêna-çima-ma-ka... û her weha… Teqnek pirsin.. bê bersivin.. Hedan nema..aram gêje.. Jiyana reh û damaran zelûl bûye... Mebest..berjewendiye Qebqeba Kewê gozele Niyazî.. peydakirina zanyariyeke bi melevaniye… çi zîrek bûn Ji zav û toreyên..hêsane…. û rizyayî.. Ji kat û kok û regez û resenên civakî Hatin hebûna jîneke Kevnetorî… Ka ew ziyanên rawanbêj..? Kanîn ew şepolên hunerî..? Li ber siya çena dirêj.. Li ser gerdena qirikê... Vegirtî bûn û rave dabûn…. û çi riwê vê yasayê…. di cîhan de..çewt û xwareeee…. Hêjaye gazincekê…. Hin rastiyê dikirin û hin jî difiroşin Li meyxana rastiyê em tenê meynenoşin Peza lawazî şexel bê fedî em didoşin Karê me ê rojane gotinên qereqoşin Hezkirin ji bîr bûye em li kînê bi coşin Tevde ji hev dilreşin lê li rû zimanxoşin Ne rojek.. û ne rûkî jiyanê tenha.. têra temen nakin…!! Birînên xakê kul bûne… lê hilperikîne…! Bêyî şwînî..û bê şahî.. dikene û..digirî… Tiştek di nava min de dikale Di bîranînên min de…dinale Di ronkaya her daxwaziyên min de.. digere… Di çavên min de.. kaniyan vedike Di dilê min de.. diqîre.. belav dibe… eşkere dibe.. Jiyana reh û damarên min…bêyî ronahiye.. Ez risıikeke bi kelem..dibînim.. Her li dora serê min tê hev.. û roj bi roj teng dibe.. Di nava min de..vingîna mozaye.. Gelo ma ez gawirim ketime êgir? Ez pirr li hêviya hilatina rojême çiqas ber bi şewqê de diherim.. Ji bilî reşayê.. an jî sorbûneke tarî pêve nabînim Kanî ew buhişta ku her velorînkên dîrokê.. pîtepêdanên piştevaniyê boyî evraya bala çê û çak dikin..? Ew bilbil…ew hingiv..ew ew ew.. ka ew cejn û seyrana ku hozanên evîndar…li ser dibêjin? Hey wax..zemano.. Ne dev tavêjim te.. tu agirê..kînê..gûr dikî... tevliheviyê..gelaciyê.. û çi nerînên şaş..dipexşirînî û belav dikî!! Serên bilind..dadiwertên ser çongên te.. te tu xwezî pêk nanîne.. pevçûn..birakujî..berberî..poşmanî.. awazên tene.. Neçêne… ên ku..evîndarên tene..!! Perdeyên jiyanê..hildin Avê biherikînin li kaniyan Li deşt û newel û geliyan çi poşmaniye..? çiqas kesên perîşan..û hejar..li deşt û bejan Windane..ji birçîna…. Gelo em di dema berovajî dene? Dema serokaş..paşûpêl.. û rolinîro jî? Ma ne şerme..ne gunehe.. Bira dixwe goştê bira.. An jî mirov û hogiran? Em tevde ji hebûnê re..kujtîne… Ji koletiyê re bûne gorî.. Wax…wax…wax… Ez bi girî azirîme.. Girrê min.. li min hilperikî.. û sosretên mezin..li ser serê min Di hev ariyan.. Min veşêrin ji çavên birçiyan Min veşêrin ji setema çiyan Min veşêrin di himbêzên xwe de Min veşêrin ji havîn û germê Min veşêrin ji çille û sermê Min veşêrin di paxilên xwe de Min veşêrin ji dîtina jaran Min veşêrin ji şaşan ji xwaran Min veşêrin di reşçavên xwe de Min veşêrin ji gurên dev bi xwîn Min veşêrin ji kesên derewîn Min veşêrin di hinavên xwe de Min veşêrin ji silava pîsan Min veşêrin bo nebînim dîsan Min veşêrin di ramanên xwe de

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Arşek Baravî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz