Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Arşek Baravî

Arşek Baravî

2 görüntülenme 0 beğeni
Diwazdê avdarê Sura bayê setemê Dîsa rabû Bi kuştina zarokên.......... Bê guneh, Dest pê bû Lê li rêjîmê Vegeriya, Bû babîsokek Hêrs.... û huner.... Dinavre... difiriya Dengê belengazan şiyarkirin Bi qêrîn û... Bi mêranî... Tev çol û...tev...çiya Hêzên çekdarî... Weşên paşverû... Li rû çerxa demê Li hemberî.... kevir... û... kuçan Ranewestiyan Awazên serhildanê... Ji qamişlo..... Gihîştin Efrînê... zorava... û vegeriyan... kûbanê Agirê tîndayî.. Hate dadan Li amûdê... reşmizgînê Da berxwedan Tirbesipiyê... dêrikê Bajar û gundan. Hawar û... Qêrînên Serê kaniyê... Bersîvên... derbêsiyê Talanên eynsiça Pirsên... til temir û ya herî giran Bêsûckirina Serdar û... leşkerên dujmin Yên dest bi xwîn Bûn sedema ku.... Li her çol û bejan Bû... halan û...talan Li zikak...û Kolan... û duryanên welat, Toş rabû.... Paşveruwên ereb Yên bê celeb... Wêran kirin, Komarên bi rûmet Berbat kirin... Kovarên bîr û ramana Yên ku ji kîneke Kevnar... Kela... dilên kurdane.. Pir şerme ku navekî... Keç...û nepak Di nav me de Bê hildan... Ew girawa Setema gemarin,... Destên wan Yên bi xwîn... Ji ber ayên bêsûca Tora... Bi serê wan de tîn... Ya we çiye ? şofîniyên dil bikîn? Piştî çend roj Derbas bûn Endamên...komîta Zordara Li hev civîn Xelekên tirsê... şikestin Tirsên setemê... Pîkoliyê çûn Dîsa...bi hezaran Kurd Avêtin binê...zindana Nepirsîn... kî sûcdare...? Lê kurd rabûn... Li cîhanan Ew gelê ku naraweste Maf xwaze... û... naweste Av herrikî bin cilê Yeka.. yeka... Hin berdan Piştî îskence... û lêdanê Tore anîn serê wan û hinjî ji wan... Kuştin. Lê yên din jî Bûn... ber ferman Dadgeh westandin Bi bersîva,.... Xelekên tirsê şikandin Mîna şêra şikandin Bûn sernûçên saloxî... çi mizgîn bû Tev berdan çavên we ronîbin Hejarên cîhan Millet.. bi şahî û baweriyeke xurt çûn pêşiya wan Welat,... Biryara fîxanê û dîlanê da... çol û çiyan û Berwaran Gel himbêz kirin Zarwên xwe Lê... jibîr nekirin Kulên xwe Vîlikên gemarî Ji xwîn mija Derhatin.... bi neyarî Başûrê biçûk Dişewite... dibe tiraf Bi vî arî... Ev qelenê fedraliyê ye Erê zore Lê pak û çê ye Ma gelo... Ev xwestek....ya kê ye û ne ya kê ye.....?.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Arşek Baravî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz