Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Arîşenê Memî

Arîşenê Memî

2 görüntülenme 0 beğeni
şêrîn û nazdara dila Dêm dur ji rengê sorgula Dibêjim çi.. nabê bila çi bikim ji te dilberê? Wa dilbera bejin bala Li gerdenê cotê xala Min ji ber ahîn û nala şox û şepal û serwerê Serwera her çax û dema Laleya ber av û çema Bisk û kezî li rû sema Lêv xunceyê, gulî zerê Gulîzera awir xedeng Reş keziya ser mil û çeng Êrîşin hev.. bi reng û ceng Ji rewşa beg û beglerê Beg û beglera minî can Ji periya tu wî deylan Bi derdim ez tu wî derman Li min zû were mehderê Mehder bike dilovanê Ji gulzaran re nîşanê Bi her hawî xwedî şanê Binefş û mah û koçerê Koçera nêv deşt û wara Qumriya ser şax û dara Neke xeşmê li me jara Rizgar ke dil ji keserê Kesera vîn û evînê Bi pesnê xwe weke zînê Dixwazim bighime dînê Bi rastî bîr û bawerê Bawer bike naza torîn Xweşbexte ye yê te bibîn Eger bidê seda mizgîn Ne poşmane ku çi herê Bila herin ser û saman Ji bo çavê zerya xoban Bi carek jêr bibê bexşan Ji bo xoşevî.. fenerê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Arîşenê Memî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz