Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Arîşenê Memî

Arîşenê Memî

22 views 0 likes
Torin û garden bi xal a sur perî Nazik û şox û şirîn û fenerî çi qeşengî.. bejn û bala wek livin Tenik û bala û berz, bê sîberî Dêm ji heyva çardehê, tav û çirîs Pê de tê ne jêrê.. biskên şehkirî Reşkezî kirne belav te ser mila Pêl bi pêl lê didne bayê bakurî Lam û çen bozin wekî berfa xelat Bître nabin belekî lê bigerî Belezîza qereçoxî dayî der Bi xunav û şevnema heyva çirî Lale ya dol û newalên gundikî Hilmû bîna xwe didê serranserî Nêrgiza av û delavên deştî tu Li kenar û kevî û her deverî Sinbula çîmen û gulzaran tu yî Tak kenêra şaxbelav û feyzderî Mêkewa hîman û kohê darikî Rojê berbang û sipîdê dixurî Mişt dikî dol û newalan bi ewaz Belt bi belt xwe diguhêzî bi wirî Aho ya deşta Riha yî yan jî Wan Havîkirî ji herêmê û kerî Yan te windakirye lê cotikê xwe Silbûyî hatî li vada digerî Pesn û rewşên te pirin nayin jimar şahgula baxanî tu xweş dilberî Ez dixwazim bidme te pat û silav Biçimênim ji te re bejn û serî Hêvîdarim wergirî tu van ji min Rêzepeyvên xunes û bê dilgirî Xanima pir nirxû hêja û biha şevçiraxa dilbijan, navemirî Ger çi bêjim ez di derbarê te de Hîn bi sed reng û ruwî bengîntirî

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Arîşenê Memî
🛒 0

Your Cart