Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk
Stokta Yok
İçerik
Di vê çapa nû da, Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, bi formata pirtûkeke perwerdeyê ya pratîk ji nû ve hatiye amadekirin. Di pirtûkê da dîroka edebiyata Kurdî ya klasîk di çarçoveya diyalektên edebî yên Kurdî yên serdema Îslamî da bi şêweyeke kronolojîk hatiye pêşkêşkirin. Di vê çapê da Kurdiya Navîn a serdema Îslamî (fehlewiyat) jî wek beşeke serbixwe ya dîroka edebiyata Kurdî li pêşiya hemû diyalektên edebî yên Kurdî hatiye bicihkirin. Di pirtûkê da ji bo her yek ji Kurdîya Navîn, Kurdîya Goranî, Kurdîya Lorî, Kurdîya Kurmancî, Kurdîya Soranî û Kurdîya Zazakî beşeke serbixwe hatiye terxankirin.
Di her beşê da ji edebiyata diyalektên Kurdî, çend helbestvanên girîng û naskirî yên qada edebiyata klasîk hatine hilbijartin û hem jiyannameya wan hem jî aliyê wan ê edebî bi hûrgilî hatiye pêşkêşkirin. Di vê çarçoveyê da cihê wan helbestvanan di dîroka edebiyata Kurdî da hatiye destnîşankirin, berhemên wan hatine kategorîzekirin û ji aliyê ruxsar, tertîb û naverokê ve danasîna berheman hatiye kirin. Taybetmendiyeke girîng a vê çapê ew e ku ji hemû berheman metnên nimûneyî di dawiya mijaran da hatine bicihkirin û bi rêya van metnan aliyê edebî yê helbestvanan bi awayekî şênber li ber çavan hatiye raxistin.
Ana Depo
100
İndirimli Fiyat
345
Para Birimi
₺
Sitede görünsün mü?
1
Satışta mı?
1
Vergi Oranı
0
Desi
0
Ürün Kategorisi
Xebatên Edebî
Yayınevi
Nûbihar
Ziman
Kurdî
Çapa Çendan
3
Wergêr
Abdurrahman Adak
Dîroka Çapê
2015
Mezinahî
21.00 x 13.50
Rûpel
464
Cûreya Bergê
Karton Kapak
Cihê Çapê
İstanbul