Sorgul
Stokta (100 adet)
İçerik
Sorgul
Berhema sêyem jî kitêba helbestan ya bi navê Sorgul e ku ji helbestên İbrahim Sunkur pêk tê. İbrahim Sunkur ji bajarê Miksê, hemşehriyê Feqiyê Teyran e. Helbestên wî jî mîna yên Feqiyê Teyran rewan û herikbar ango lîrik in. Helbestên İbrahim Sunkur bi wezna erûzê hatine nivîsandin û ji vê hêlê ve dikare wekî berdewamiya helbesta klasîk a Kurdî were dîtin. Digel vê, helbestên Sunkur ji hêla teşe û ristê ve dinime yên Cegerxwîn. Herwiha helbestên ku di Sorgulê de cih digirin, bi piranî li ser welatparêzî û evîna welat in. Meriv dikare bêje ku Sorgul ji kaniya neteweperweriyê hatiye avdan û li ser şaxên Kurdewariyê bişkiviye. Helbestvan İbrahim Sunkur bi xwe jî di nav siyaseta aktîf de cih girtiye û gelek salan ji bo doza Kurdayetiyê di girtîgehê de maye. Dema ku li helbestên wî tê nêrîn xezelên helbestvanên klasîk têne bîra yekî. Naveroka helbestên wî jî dikare bê gotin kubi piranî li ser evînê û evîndariya welat in.
Liste Fiyatı
330
Para Birimi
₺
Sitede görünsün mü?
1
Satışta mı?
1
Vergi Oranı
0
Desi
0
Yayınevi
Nûbihar
Ziman
Kurdî
Çapa Çendan
1
Wergêr
İbrahim Sunkur
Dîroka Çapê
2011
Mezinahî
21.00 x 13.50
Rûpel
259
Cûreya Bergê
Karton Kapak
Cihê Çapê
İstanbul