Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Memê û Zînê

Stokta (50 adet)

10 %
307 TL 276 TL
Yazar
Emînê Evdal
Yayınevi
Nûbihar
ISBN
9786256605145
Kategoriler
Helbest
Ürün Detayı ▲
İçerik

Memê û Zînê

Folklor û mîtolojiya rehên ziman û miletan in ku bi qasî geşbûna destan, efsane û hikayetan ew milet dertêne ser rûyê dinyayê. Destana Memê Alan yek ji wan e ku rehên wê hezar sal in. Wekî di Şahnameya Kurdî de behsa Rustemê Zal bi çendîn cûreyan tê kirin, her wisa destana Memê Alan jî bi çend şiklan hatiye gotin û bi dengbêjkî jî hatiye stran. Her wisa di zargotina Kurdan de nexasim Ordîxanê Celîl û Celîlê Celîl û helbet Qanatê Kurdo ev destan jî qeyd û zebt kirine çawa ku Roger Lescot ji çend dengbêjan heman destan derbasî nivîsê kiribû. Ehmedê Xanî yê direwşen, berhema Mem û Zîn li ser vê destanê bi cîhanbîniya xwe ava û ebedî kir.

Emînê Evdal, Memê û Zînê zehf di cî de wekî Poêma Cimaeta Kurd bi nav kiriye. Wî ji lêkolîn, nivîs û bihîstinên xwe ev berhem bi qayde û isûlên nezmê daye rûniştandin. Emînê Evdal ê etnograf, pedagog, zana û helbestkar, li gel Heciyê Cindî ew kitêba mezin, Folklora Kurmanca, ji havênê zargotina Kurdî rakiribûne ser piyan. Lewma jî ev poêm, ev berhema han e nemir ji destê Emînê Evdal zehf rihet kamil bûye ku piştî deh salan xwe gîhandiye vî berî zimanê me yê qedîm.

Rizgar Elegez

 


Ziman
Kurdî
Çapa Çendan
1
Wergêr
Amadekar Mustafa Kılıçaslan
Dîroka Çapê
2023
Mezinahî
21.00 x 13.50
Rûpel
144
Cûreya Bergê
Karton Kapak
Cihê Çapê
İstanbul

İlgili Ürünler

🛒 0

Sepetiniz