Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Zoro

Zoro

2 görüntülenme 0 beğeni
welatekî gelek xweş bû keyfa min pir lê dihat buharekî geş û şîn bû kaniya min jê dihat pirpirîk û çûk û tivîlk tê de girtibûn civat ji her gula giha bûn hev bêhnekî xweş jê dihat *** ji kevirkî difirîyan diçûn ser kevirê dî pirpirîkê keyf û şahî li dû pildokê didî dilê min pir fireh bibû diherikî azadî sûska ciwan bo min digo eve welatê mêdî *** Ji hêvîkî gelek mezin difirîyam ez ji dil êş û derd û belayên min dûr diketin pê re kul bi hev re me derbas kirin gund û bajar şah û mil çi evîneke şêrîn bû xwe berda bû cerg û dil *** eger nejîm li xeyala dîn dibim ez li jînê weke va dost û hevala bera kesek nebînê dûrdikevim ji mitala diçim civata Zînê ji destê wê divexum mey serxweş dibim ji vînê *** Ev felsefe gelek kûre xweşîya wê li vire ew xeyala dikevimê dîtina wê çar bire ne weke hewe nezana ku di dil de dimire canê min dema dixwazim ne li vire li wire *** Bawer bike tucar namrim ramanê min bilinde ew cihê kû ez diçimê biheşt li ber wê gunde ya evînê bo min tîne hurî û tilî finde ew evîna em didin hev jiyan û rewşa rinde *** Nezan bûne li cîhanê nikarin me nas bikin yekî ji sed wek me divê xwe jî bo hev baş bikin heskirina gel ji hev re yekîtîyê çê bikin li vê çerxê evîna xwe hinekî razî bikin *** Kû ve herim kesê zana çawa ezê bibînim çawa ezê eva derda ji nav Kurda hilînim bo nezana perîşana çi name ez bişînim gelê mine rind û hêja çawa hewe l` hev bînim.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Zoro şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz