Eşqa te ye ez helandim
Berdayim nav çol û beyara
Bejna te ye ser xoş kirim
Kevtîm rêlêt van aqara
Dengê te ye bo min awaz
Ez rakirîm digel sihara
Dilê te ye xozî û mirad
Mendehoş bûyim li nav wara
Hilo esmer da bi çîne
Serê zîrka ligel bihara
Da vegêrîn wan narîna
Li ser kanîya û li bin dara
Kevne warêt xo ava keyin
Da evîndar li êvara
Biçne nav û bi xo bêjin
Emîn dildar hemî cara
Dê rizgar keyin evan wara
Ji bin destêt van neyara
1979
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Ziyad Neqîb Berwarî şiirlerine dön