Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ziyad Mendekî

Ziyad Mendekî

2 görüntülenme 0 beğeni
Fêrmisk li me bûnin Wekû tavêd bûharê Bûye akincî Di nêv reşahiya çavêd yarê Geh li Kurdistan dixwîne û... geh li Filistîn bi şûn e Li rojava bûye mînewer û...di nêv me de bûye perwer Fêrmisk de bîbarin Wekû baranê bibarin Di çûna Tîrêj de bikelin. Wekû pelên daran bêne xwar Dengê helbestê vegerîne bi hewar Bela deng bimîne Wekû sirûda bilbila Bila hêvî bigernije Wekû çîçek û kulîlka. Fêrmisk bibarin Li ser dêman zuha bin Wekû tîna evîna seyda û...welat bikelin. Seyda Welatê te ma Di bin sitem û zorê Kesera wî bi te re çûye gorê. Ji ber dema sitemkar Tu bû bê dost û yar Lê...wekî ar û benzîn Wekî Mem û Zîn Wekî can û xwîn Kurdsitan di dilê te de dibûn vîn. îroj em jî bi şîn çilroja te dikin jîn Bi dilekî merez Diyar dikim gurzek gul Ji darokên gerdena kepez Bi hêvî me Ji xwedan. Cî te bibe Buhişta ezîman Linik wan pakrewanan Cegerxwîn û Feqê Teyran Qadî Mihemed û Barzan.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ziyad Mendekî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz