Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Zivestan

Zivestan

2 görüntülenme 0 beğeni
Jîna ku dibûrî demxweşî hem jî bi yarî Berba di sema winda dibû, tev dibû arî Min dest dipeland azariyan ku nîne darî Dadan sîne gotin: dê çikin j`pîrê nekarî…. Gortin: ti nekarî, kalereng ser sêriyanî Herdem bi gilî gazinde, feryad û fîxanî Pozdaketî bê arîşenî, rengê gedanî Bê coşe ji bo derd û kulan, zane siwarî Bê sûde te bûrand e temen, heyf û xebînet Carek tenê nagirnijî enya kevirî teht Alozî ji hev berber nekir, winda bû xîret Xîret di giran xewnan dijî, ned`ve şiyarî Salan xemilandî rû bi tak û hem sipî mû Armanc tu jê pir dûr direvî, ber bi çepî rû Bihna wê li difnê naçe yan qey bê kepî tû? Yan poz mirî ew pozê mirî nasoje arî? Xemsarî nizanî ku niza windaye armanc Hawar ji bîna te ya fereh, heyfe tû kurmanc Ranabî çima hîna husan danişî alanc Karwan ji te derbas bû, li te dem dibû tarî *** Hundur dinerim kurmiye rîş, vegirte kakil Derman wê çi be bo pozê xwe ku bis`pêre sorgul.. Bihna ku li wan pozan biçe, jehra helahil? Jehra mirinê noşî mi bêje çiye darî Helwest di şevek tarî ji min çep hat û zor bir Ez kir`me di pîvanê ji yên sexte û nuker Zanim ji kesên perwer tu car ev nabe mehder.. Rast rast ku bihata wê bi min qet ne dikarî Zanim di şevên sahî tucar na pêrge beryar çewtî ji dilên dal re sipîpoşe, hilû zar Salix bi pesin xoşe, şekir peyve ji gulzar Xapzan û tevinrês rû heval, lê xo neyarî Helwestê ji mêlakê kirim kale birîndar Qalik tenê ez heştim, rewan pak û rewan jar Ez kuştim û nakuştim fena şahê bê beryar Mam berkev û bermahî ji beryarê peyarî Ka bêje tu ey nojdar ji bo min çiye derman? Kûnêr di hinavan qij qijî, l`gel min e hevcan Dijware mi yek carî nema, sebr û ne semyan bo kevnebirînê tim dikim qîr û hawarî Lê dîsa bi dilzanim ku omîd liv û lerze Zanim bi çirûska jê dizêt payzade, arze Wê ba di biharê geş bike evra û berze Bo bayê biharê çav li rêçim, b`hêvîdarî Dozê digirim rêçê di şopim ber bi rojim Gor min heye ez merdim, ne destgirtî kunûjim Napirse çima d`bêjim hema ger tu bipirsê Canê xwe disojim vê riya kora neçarî.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Zivestan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz