Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Zara Delîbro

Zara Delîbro

2 görüntülenme 0 beğeni
_1_ xewn li pey xewnê... û ..... çavên te mîna du çirayên vemirî ji birca ronahiyê têne xwarê Erê..! îroj radeya sibê ye lê.. tu çi zanî bê sibe bi çI şevê dê xwe bispêre dîwarê Xewê _2_ çixare li dû çixarê... û.... sînga te ew kalê çarde salî di her katijimêrekê de çarde pêçekan ji tûtina tengijandinê Di dergûşa keseran de Dilorîne Erê....! Doh dîlbera îro ye lê tu çi zanî bê îro bi çi dilî dê xwe bavêje himbêza revê _3_ gav .. li dû gavê.. û... herdû lingên te Di gel van gopalan Ji lezê re ne amade ne Erê...! Lez biryara revê ye lê.... tu çi zanî bê rev bi çi rûyî dê ji mirina radeyan bireve bêyî ku çend razeyan bi rêka xwe ve şiyar neke ...

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Zara Delîbro şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz