Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Younis Elhekîm

Younis Elhekîm

2 görüntülenme 0 beğeni
Dayika ko di rêvingiyekê de gazî min kir, Bi keziyan û bi hinê xemilandî bû, dayik!! Wexta ko min biryara hevdîtina di sîbera goreke nêzîk de, wergirt, ko min biryara xwe da, li ser keviya şevekê bûm. û min mirineke rewan vexwend dako xatir ji evîndaran bixwazim Evîndarên ko min razên xwe bê şerm li nik wan hiştine. Lê, tenê, dilê ko bi ser zemînê de çemiybû Ew dil, ey hawar!! Diya min bû. Ew rêving jî, pêdivî bayekî ye Bayekî ko ne di çeşnê wî de be. Pêdivî pencereyekê ye, pencereyeke fireh mîna rojê. Pêdivî pûngeke şikestî ye. û piştî mirinekê, pêdivî, da ko bibîne, pangaveke teng e. Ew koçber Ew mişext Bêrîkirinê bi kartîne. 2.11.1996 II Ji sala bûrî pêtir ji te hez dikim û aniha hewcedarî te me. Da bi hev re li bexçan bigerin Li ser evîna xwe ji te re bipeyivim û tu jî li ser evîna xwe.. û mîna ko çawan me hevûdû dît Em dîsa di xirecirê de winda bibin Mîna ko em ji ti kesî reli ser evîna xwe nepeyivîne Mîna ko em ji dayik bûbûn Mîna ko aniha dimirim. çendîn ji te re gotibin jî lê pêtir ji te hez dikim. û hewcedarî te me Mîna ko hergav li bexçeyanbi tenha xwe digerim 10.3.1997 III Dema tu hatî min tu dinasî û aniha jî mîna destê xwe te nas dikim Porê te sor e û rûyê te cejn e Navê te belgeya evînê ye. Min aniha te naskiribû!!!! Dema tu ji îstgeha nêzî min xatir dixwazî û wexta ko di îstgeha pêş de tu nema vedigerî dîsa te nas dikim!! Tu li pêşberî min û ez jî di bagerê de rûdinêm. Xwelîdankek û nîv pişk bo evînê me bi hev re dicivînin. Reng e, li esmanekî Yan li odeyeke teng gumlekê xwe bi xatirxwestin li ba bikim Xatirxwestineke kevnare Ko dê ti carî li îstgeheke ji bagerê neqewime. Ji Erebî: Ehmed Huseynî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Younis Elhekîm şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz