Kezîzer, wa kezîzerê
Poz cilakî, xizêm perê
Xulama wan gulyên dirêj
Li bin hepriyê xweş tên derê
Du sîngên poz wek mermere
Fincanên Acî li sere
Sed sed serî têne li ber
Bo tewafê cot û fere
Wek geliyê nav du çiyan
Sîngan ji hev dikî cudan
Ew gore bo min, ger mirim
Herdem lê bimînim mêvan
Kê bo te ev pesin danî
Rû heyvê gerden mircanî
Bejna zirav şivek tere
çav derya kilê siphanî
Ger şebnem ji lêvan were
çawa bihêlim tu here
Ê ku bibîn û jê nenoş
Bo evînê ew nokere
Xwe berde xwar ji pencerê
Xwedan bazbend û kemberê
Em herin bin dara dila
Lê bikolin kezî zerê
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Younes Bahram şiirlerine dön