Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Yildiz Çakar

Yildiz Çakar

2 görüntülenme 0 beğeni
Di navbera derî û dilê xwe de mam Li aliyek tu Li aliyek derî Ne destê min ji derî dibû û ne jî ji destên te. Min çend payizên sar germ kir, ji bo her tiliyên te Ne derî dev ji min berdida û ne ez ji te. Di nav dubendiya êşê de mam Bê demên deman bû qeder di ferhenga dilê min de, Bidawî nebû roj û şevên bê te Niha ji ber mayînên êşên xwe didim kûştin, Ta ku destê min bigîhîje te. Bêsînor bû sînorên êşa dilê te, li wir parçeyek ji te digerim, da ku dilê xwe pîne bikim! Li ber derî bûm û ez evînbûm, Li ber te sekinandîbûm. De bibêje! Ji çi ditirsî? Her ku dizivîrîm û li te dinêhêrtim şikestinek ava dibû di destê min de, Destê min li derî asê bûbû, tu li dilê min. Evîn şeveke şevatok bû di dilê min de Ez lavayek bi gazinç bûm li ber deriyê te, Ne derî û ne ez me li hev nekir! Pirek li ser dojehê bû navbera min û derî Tirseke zarokane/ Reveke bêwate bû, Her tilîka te janek û glokek agir bû . Gelo kîjan aliyê derî bihûşta dil bû? -I- Hatina min a dinyayê ez tenê bûm û tu jî çûyina min jî tenê ye û ya te jî -II- Gelo di turikê te de niha çi hene, ji bilî kulmeke ax û kevirekî sipî? -III- Seyra herî xweş bû navê te, Bi bablisokek belawela bû porên reş li ser te. Wek meyê bû her rojên temenê te / min her rojên te vedixwar. Bi Evdalê Zeynikê, Mem û Siyabend re. Dizanim tu ji wek min û derî sûcdar e , Bêdengiya firtonê bû hembêza te, ez jî dareke xeşîm. Niha pêlên xwe, êşên xwe diweşinim li ber deriyê te/ Deriyên ku ji bo careke din li min vebe. Amed-2007

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Yildiz Çakar şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz