Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Xemgîn Remo

Xemgîn Remo

2 görüntülenme 0 beğeni
Ev girinijînên mijokî ku sarîya xwe ji kevalê Cokenda distînin û li ser lêvên te vedimirin çi tine bi dilê min ve nagihînin… Ev kenînên şermokî ji bermayî yên dîrokeêe tijî tirs û lerzînin ku mina kulî yên berfê zinarê dilê min ditevizînin… û ez … yê di xema agirê newrozên te de wek pîrekî Zerdeştî yan min cîhan li dûv xwe hiştî û di pûtgeha vîyana te de xwe disotînim… Li hêvîya wê elendê ku çar kevokên agirî ji paxila te bifirînim da li ezmana reş -perçeyên ewra ji hev veçirînin û van sînorên efsane yî biherifînin… Sînor… axx.. sînor… li paş sînoran xivşeyek nazdar li zozana qerimî ye sitêrên dildara di şiva-rêkê çiyan de li dûv hev dirjin û bahozên pîlana ji wî alî de pelê dara hêvî yan hildiweşînin… çîrokên vê evîna tirajîdî tim dûbare dibin Vangog guhê xwe jêdike serê xwe li dîwaran dixîne û kevaleke nîvçe ji sê rengên çilmisî li dûv xwe dihêle… Dîsa ji nû Ferhad ê evîn dar bi serê xencera kevnar zikê çiyan dikole da kanîyan derbike ku bighêje vê şêrînê… Ev evînî.. ev dildarî ev bazar can serxweşî ye.. mestî ye derbederî û mişextî ye… û perwîna min li banê kela Dim-dimê hîn jî dive ez dastaneyên lehengî yê jêre bistirêm. Keçê…!! ez nevîyê şoreşa mezinim min agir ji rê û şopên Barzanî dizîne ezim biromîsyon li cîhana jêrîn û hîç serî naçimînim ji dadgeha xwedawenda re… ezê êzingê hemî çiyan li ber lingê te kom bikim û agirekî mecûsîyan ji bahozên zivistana te re vêxînim… De kenê xwe li min pîroz ke êdî min sitraneke evînî dive ji kenê te yê nêrgizî kenekî germ.. kenekî dil-vejîn…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Xemgîn Remo şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz