Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Xelat Ehmed

Xelat Ehmed

2 görüntülenme 0 beğeni
Hîn wek ku tu min nasdikî qeşeng û hesan im Ji peyaseyên baranê hezdikim bêyî te bi te mest dibim. Hîn dikarim ronahiyeke piçûçik biaferînim û ji xwe re bibêjim : va tu li vir î. Wesa Hêdî hêdî Te ji dûrbûnê peyda dikim, bi ser min dikevî û ez ji bîr dikim ku ez li vir im. îşev jî dê kirasê xwe yê herî şebengî li xwe bikim, bi taveheyvê re derbasî dilê te bibim. Tiliyên te yên ji evînê, rewanê min bi dîlokan diaferînin. Nelive..... ramanên min ji min veqetiyane, movikên hevdîtina me berhev dikin. ji nazenîna Kerezan gêjbûna çil eşqan bi ser xwe de dikim, kûrahiyên te bi bêdengiyê radxînim, taku tu ji hiş herî û min ji bîr bikî, tenê jina ku ji çil êşan ve tu li bendî wê yî li bîra te were. Lewendê min gewra te me di bin çavên şevê de tir dibim De were......... Ji dilê Sîpanê Xelatê were, cotek kewên sipî ji pîrozbahiya berê min ê xam re bifirîne va me……. ji serjêkirina xwe ya dawî dibişkivim. 01.01.2005

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Xelat Ehmed şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz