Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Xandî

Xandî

2 görüntülenme 0 beğeni
Dema ku perwana li dora kulîlkên te şahiya xwe li dar dixistin û çivîk difiriyan asîmanê te Sirûda jiyanê dixwendin Nizanîbûn ku dîrokê di nava rûpelên xwe de bahozeke bi hêz veşartiye û dengê dahola mirinê Wê li serê kolanin stada te Wê li dar keve Hey Qamişloka min û koçerê şoşen wê buhara te Binpêl bikin û meşka kîna xwe Wê bikilên û nîvişkê ji xwîna pakrewanên te Ji serê kolanan Wê bidin hev Hey Qamişloka min Qamişloka min tu jî mîna xuşka xwe Helebçê Waneyên berxwedanê Li ser rûpelên dîrokê tomar bike û bimîne keleha peydariyê ….. Qamişloka min.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Xandî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz