Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Welat Dilken

Welat Dilken

2 görüntülenme 0 beğeni
hatî, tu vegeriyayî li şer bi kelecan, te destê dê û bavê xwe maçî kir bi bêrîkirin, bi germayî, te ji rûyê yara xwe ramûsa li pêşberî wan î, serbilind î; te bajar feht kirin mal talan kirin; jin û mêr, kal û pîr biçûk biçûk zarok kuştin bi serfirazî, te serkeftin bi dest xistin û tu vegeriyayî mala xwe lê qurbaniyên te; ne te ew nas dikirin ne jî wan navê te bihîstibûn, kî yî, ji ku yî, çi dixwazî û çima dikujî; ka bêje, te şerê kê kir? ka, bi serbilindî şanî hezkiriyên xwe bike xenîmetên ku te li şer bi xwe re anî; talan, wêran, kuştin, destdirêjî û madalyaya bi sîngê xwe ve jî… îşev, di himbêza yarê de şeva ewil a piştî şerî ye; ku karibî hevşa bibe ku karibî, ji çavên yara xwe binêre, jê re behsa keçika xenîmetê bike ku karibî binive ku karibî xewnên xweşik bibîne di guhên te de, ku olan neda qirîna mindala ku li qada şerî şopa malbata xwe winda kirî ku nehat bîra te çavên jineke bi dergûş a ku te devê çeka xwe dabû eniya wê ku dilê te bi êşekê nekir çizînî bi xof, ku hilneciniqî ji xewê… nexwe, bi rehetî hevşa be û têr razê şerkero; ji wî şerî, tu bêbirîn û bi serbilindî vegeriyayî mala ji pirtûka nivîskêr `kevir û tiştên din`

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Welat Dilken şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz