Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Wehîd Keleş

Wehîd Keleş

2 görüntülenme 0 beğeni
Beyan li me dûr bû Beyar ajotin Hêlînên çûka Di dilê min de sotin Tovê sitêrên sipî hilkişandin rûpel ma reş û tarî bendên reş ji dengê bilûra min dixwar min dizanî ez qedexeme min welatê xwe revand welatê min ma di destê min de û destê min xwe veşart di kûrbûna berîka min de berîka qul jî qedexe bû bese melûlo tarî êrîş dikê ma çira te ya melûl dê çi bikê ma welatê tirs çi qasî firehe ez westiyam babo rawestiyam dergeh kilîtkirîne ez dupelî bûm dema firşikê tirsê tevlî xwîna min kirin di goştê min de meyandin bi avê re min divexwar bi nan re min dixwar şev dirêje Ji rîsê tevnan dirêjtire Ev dile çend hezar car hatiye çûtin guhanê van xewna çend hezar car hatiye dotin û cara dawî di devê wî dêwî de hatiye guvaştin mêtiye û mêtiye ta kef jî alîstiye waniye hewildanên ken mirîne negirî melûlo beranê te yê kûvî hîn li ser kopan dimîne ew rêya dirêj mîna lastîkek vekişandiye li xwe divegerê bi dilê xwe bibihîze dengê bilûrê zelale pêleke ji ava kaniya sipiye binêre bînahiya dilê te lê vegeriya bibihîze ev çîkên zayînê ne ji malzartoka şevê ve roj za bikene bireve raweste mizgîniya te pîroze bêje de bêje te çi divê toza bi ken û giriyê min ve xwihdana zuhabûwî bi cênîka min ve li min binêre yan li min nenêre ez xwe nas dikim û tu min nas dikî ez kîme ezim kurê welatê rojê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Wehîd Keleş şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz