Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Walî

Walî

2 görüntülenme 0 beğeni
Gel min ev nayête rê werne min û vê suhbetê Kê bihîstîye kû aşiq çav nedîtî dil ketê Fend û fêl çavan dibarin mekr û hîle tên ji dest Ax kû gur gur naz dihên xar ji vê bejn û qametê Hemberî min danîne sed zincîr û dol û telik Dikim û nakim nikarim bistînim jê derfetê Ne ji xwe min dûr diket û nej dibêje min erê Hers û kîn yan eşq û vîne ez nizanim nîyetê Car caran ken ser lêwane car caran xulk şîn û tal Dîne yan bêdîne! Ev ez qet nizanim îletê Car caran biryar didim kû terka vîna wê bidim Lê nikarim qet ji bîr kem ez vê xulq û adetê Wekî reş mareke ev dil di kemîna wê deye Bo riha bûn ji vê jehrê ez nabînim cur`etê Bo giheştinê min daye mal û milk û can û dil Lê li min ev hîn dixwaze nabêje min qîmetê Walî tû terka evê vîna seranser xwîn bide Da nebêjin kû tû bûyî kuştîyê xal û xetê 04.09.2014, Urmîye

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Walî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz