Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Vînos Fayiq

Vînos Fayiq

2 görüntülenme 0 beğeni
Ji min re dibêje: Helbestekê bo min bêje bila dêrek bim li ser milê helbestek de. Nizane... Ew nizane ku ev sedsal in ez çi dinivîsim jixwe ji bo wî ye ew dikare dilê asman bo min raxîne û tarozan aram bike bo xatirê ku nemrim ez helbestan ji bo wî dinivîsim Ji bêdengiya wan tilseman zimanê xwe davêje min ji bo xatirê ne dîtina wan girêkûtkan çavê wî digrim wê dema ku ew ne mîna tu kesî ye eger mîna xwe nebe di bêdengiya min jî tênagihe û nizane, efsûna vîyanê ye weha çavê min mezin dike Ew nizane efsûna viyanê ye, weha bejn û bala min bilind dike ji bo xatirê awirên çavên wî ye ku min dike demsalek ji xoşewistî û di gel bêdengiyê rêwîtî dikim û di gel helbestê de têm nizane... Ew nizane ji bo xatirê wan maçên ku me hîna nekirine Ji bo xatirê dest û tilî û porê wî yê reş pênûs li tilî û nênûkên min aliyaye û deng jê naye û şerm digre ji bo xatirê ku sed sal e li ser hatinê ye û gavê davêje lê newêre di navbera gotin û negotinê de min dadileqîne û ji min re dibêje: Ji min re helbestekê bêje bila dêrek bim li ser milê helbestek de.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Vînos Fayiq şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz