Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Vasyl Symonenko

Vasyl Symonenko

2 görüntülenme 0 beğeni
Çîya digrîn, tije xwîn Stêrkên birîndar dikevin: Li quntara gelî, birîndar û binaxkirî Şovenîstên birçî dilezînin ser. Ax Kurd, derbên xwe biparêze, Lê jîyana kujeran nebexşîne. Li ser pîçên zilmê û mirinê, Mîna bagera xwînê lê were xezebê, mîna bahozê. Bihêle bila tenê derb bi wan ra biaxive: Ew ne tenê ji bo mal û milkên te hatine, Hatine ji bo nav û zimanê te ji holê rakin. Û lawên te sêwî bihêlin. Bi zordaran ra tu nikarî bi riza dilê xwe bijî Ew ê “siwar bin” û tu yê bikşînî. Ew li ser xwîna kesên bindest qelew dibin. Şovenîzm dijminê me yê herî xirab e, Wî îxanet û şerm li hev anîye. Ew ê her tiştî bike ji bo tu jê ra serî bitewînî Ax Kurd, guleyên xwe biparêze Bê wan tu yê nikaribî xismê xwe xilas bikî. Hêza xûkirinê neke xewê, Paşê, wek dirûşmek, tu yê dilovanîyê bistînî. Dema ket nav valahiya gorê, Şovenîstê dawî yê ser gerstêrka erdê. *Şairê Ûkraynî Vasyl Symonenko (Ukrainian) ji bo Kurdan nivîsiye, lê îro ev helbest bûye yek ji sembolên şerê Ûkrayna û Rûsyayê **Ji îngilîzî: Rênas GoteKurd, 22.02.2022, London ***Çavkanî: https://t.co/NSykHpfrFe ****Bi destûra wergêrî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Vasyl Symonenko şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz