Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ulku Bîngol

Ulku Bîngol

3 görüntülenme 0 beğeni
meryema ya bêgunehî wek şevek lalî fedî neke şilf û tazî ye tu sorya… kî kane! xweşikbûyînê bi sûr û bedenan dorpêç bike… her êvar soriyek dikeve rûyê erdê te her demsal similê gênim diseride li sînga te… ger tu welatek bî wê pakrewanê ewil ez bim… ger tu dîlberek bî wê bengiyê dil bi tîr ez bim.. ax…sorya ditirsim wê pelê beybûnê yek kêm be an jî yek zêde be… ji ava remldara ditirsim dibe ku neherike navê te… bêxew im her şev li giliya çavên min dipiçikî di berbangê de… nûxwirê evînê me di welatê soryayê de rojavayê dil nabîne çiyayê helgurdê mûnzir li kendalekî maye zozan… deşt… gelî… û raperînên bêhejmar te xwe bi welatekî xemilandiye sorya… çend sedsal min pîr kirin wek sîmurgekî bi evîna te bûtîmar im li qeraxên dilê te çi yî tu? kî yî tu? sorya…. ji PEYMAN’ê

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ulku Bîngol şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz