Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Temoz Şemalî

Temoz Şemalî

2 görüntülenme 0 beğeni
Li bendî daketina xewnan bû û spîndar li peydara sibehê ne berdêla xeman bû, giraniya dilzariyê daxwaza veşartî bû lê encama çûyîna rokê nikarî ji bajarên kevirî re soz biguhertana. Serbilindiya rojekê siya kendalekî veşartî ji sibehrojê re sar dikirin û bê dudilî dikeniyan û dikeniyan. Kêlîk-kêlîk çav li rê bûn û aşotiya di bin çenga tariyê de destber bû ku li gêdûkên şermgeha wê geh li xwe balîne çûyînê geh li kolanên xwejibîrkirinê xwe ji bîr bike û nepirse li vemirandina bîst û sê mûman ji kesên hêja re. Ew sîbera tazîbûna memikan li taldeyî dîwarekî zêrî birçîtiya dêwekî rewa dikir, bi tayên porê guvrîşkî fediya riwê xwe vedişart û daxwaz mozîkek xweş bû li ber guhê keçaniya pîroz. Ew neditirsî ji zêdegavkirina sînorên qedexe ne jî, ji avdana kulîlkên nazikiyê her tim roja dawiya hefteyê dipa. Sozên neçar dibûn qeşmertiya rojeroj; çêroka salên bihurî hewal didan. Li welatê bêdengiyê li ser sînorên tirsê di navbera perwîn û gelawêjê de perên baskên dilniyayê*hildikirin da ku zeviyên hêviyên xwe rengîn bikin û wê ber bi asoya winda ve bifirînin. Diz li vî bajarî li dorhêla mizgeftan birçî digerin û geh parsekin, her yek dizê quncikekî ye lê dizên peyvan di bin pêlavên riwê xwe de veşartîne. Li kenara riya girî di despêka rojên windayî de Dilniya:dilvehesî. sosinên tî mane; diçelmisin, rewrewka koçeriyê li ser doza şevên sêwî hezkirina vê êvara şil bi ser berdewamiyê ve bêyî peyala poşmaniyê vexe an birjîne yan bişkîne dadiwerivîne û taximên maçên ziwa di hembêza xwekenînê de tu carî nizane jê bigere; bila li bin dareke henarê lêv bi lêvan bihelin, bila zîrkzîrka deriyê şikefteke kevnar di nav ahînên derengiyê de winda bibin, û ew şûşeyên meyê; riyên veşartî ronak dikirin di quncikên nexuya de veşartî bimînin. Carna şemalên rengerengî li ser neynûkên tirskujînê vêdiketin û mase di bin hemî awayên lîskan de piştxwar dibû. Tûrê bîranînan di wê taqê de hîna di xew de ye; şev li pey şevê dibezî û çûn-hatinê di pey re li ber dîwarê tirsê hezar pirs ji stêrên dîn dipirsîn û li bendî bersivê nedima da ku nêrgizên şevê bi birçîtiya evîndaran ji hêviyan re daqenok* ke. Ew çar çavên şil di gewriya derengiya şevê de li paş deriyên girtî, nêzîkî nivîna kalemêrekî ne dil bi cî bûn, û nekokiya dilekî sar bi germahiya daxwazan re berî baran bimiçiqe didome. Xeydok bû ew roka sibehê li wan hildihat gava cîran şiyar dibûn û kûçikên pez li ber deriyê sibehê xew dikirin. Rojên hefteyê bi sozên evîndaran avis dibûn. Li ber her pencerakê li bajarokê zanîngeha Helebê şemal vêdiketin û mozîka evînhezê bi dizî bilindibû. şuştî bû bi ava gulan li ber siya dara merxê ew barana germik, û sê caran vedigeriya despêka rêketinên xwe. Strana maçan li ber dergeha hetava rojê silavên seyrana yekşemê bi ava kaniyên buharê re ber bi pêşerojeke bextiyar ve diherikand. Ne şehreza bû çûyîna rojê di xwevedizîna narîn de. Banokiya xwiristê firazmend bû bi hilpera pinpinîkan û dîlana henekan re. Awarte ne ew nirînên şil dûrî pencerên keseran, gava xunav li ser porê giya hewesdarê pêrgîniyeke lal bû, ku fereşîn*mizgîniya hembêzkirina nenasiyê bike. Perçivî bûn lêvikên sibehê bi bagera xatirxwastinê re û çend hêsirên şor li pey xûlyanên helwela dibarandin û dihate bîra wan ku çawa surbayên berbangê riwê derya Spî diniwazt û ji dara xweşbîniyê holika şahiyan avadikirin. Li bendî daketina xewnan bû û spîndar li peydara sibehê ne berdêla xeman bû, li perava deryaya Spî li geliyê Qendîlê, sêlax ji pença awirên kembaw bi ser bejnên wan ve diweşî û dengbilindiya kenê derya dîlan li dorhêla hêviyan digerand. Car-caran bi hev re bi serxweşiya pêlên derya re dibezîn û dibezîn û çar çav li quncikekî veşartî digeriyan ku tê de dexwazên nerewa veşêrin; an di dergûşa rojan de, dixewkin. Guleke sor bû di nav tiliyên wî de dikenî û xwe rahêjî bejna pîroz dikir. Dihate bîra wî ku li Eşrefiyê li gel şeveke veciniqî pelên gula bi ser tazîbûna bejna hêviyan ve diweşandin û bi hev re mey ji kaniya êşxweşiyê vedixwarin, û fereşteyên payedar di bin palgehê sibeha sar de hezar salî serxweş dipeyivîn. Pengirî bû şev ji vegera nedilxwaz, dirêjiya riya dirêj hêviyên xwe bi gurmika tarîtiyê hildipesart û diramî ku çawa bîranîn li ser rûpelan dikenin? çawa pênûs dikare li ser rêzan xamava xwe biherikîne? xwîşkên şevê her dem li siya pêşerojê dipên û tekê pencera rizyayî her tim vekirî dima. Ba li pencereyên tarî û teng dixîne lê tîrêjên hevdîtinê weke mûjên rezên tî,mane, perspanê qeşmertiyê li ser riwê tariyê di nav xaliya bilindiyê de paldayî bû. Li nêzîkî stranên pîrejinên rîs dirêstin, bi tayek ji rîsê wan rîhanên tolhildanê di valahiya tarûmar de girêdidan. Kanî di reşika çavên zirarê de bi pênûsekî belengaz diherikandin û gewriya bilbilan berê bi bêdengiyê çirandibûn. Darên hejîrê li qiracê gundên kembax kirine li bendî qufên vala hêsir dibarandin û yên dûrî me dijîn nikarin bên. Dirûmê xweşbîniyê di nav destên rastiyê de li deşta ahoyên kedî nimêja sirûdeke nexwendî ji pirtûka pêximberên veşartî re tisî û ziwa nedikirin û toz ji ser gulên xewnan nediweşandin. Bi tiliyên dilçûnê xewa memikên bel nedirevandin gava nanê evînê li ser sêla demê dibirajtin û li nav axa vî çiyayê ha di nav lêvên birçîtiyê de kevala padşehekî nûgiha ferhenga rengên rêzbendiya rengan dadiqurtandin. Taya xwenasînê birayê hêviyên pûç e. darên tiwê li hewşa bapîrê wan zarokên gund dicivandin û bi keviran davêtin şaxên hêviyên lal, li bendî daketina xewnan bû û spîndar li peydara sibehê ne berdêla xeman bû. Sor û reş bûn sawîrên tirsê di sivikbûna bayê şevê de li dor textê xûlyanan toz û kulxanê xew revandibûn. Razî nebûn ew dozên leng; bi windahiya nexşên cîwariyê tîmar dikirin. Rengên êşîka tirsê simên xêrê li ser riwê coka kaviliyê nedajotin û rêçikên dilê kediya biyaniyê dorpêç dikirin, ên ku zanin jî; li perava şevê xilmaş dibûn. pûtên nêzîkî nivîna lavedaran di tariya dereng de bi aramiya ramanên asê lavên xwe dixwendin. Xeydokiya rojê bi ahînên bayê nazik ji bayê nazik re kirasê tenahiya şevê direvand û rengên sor û reş bi hev dildanew dibûn. Ji taxên bîrêkirina hevalan hespên rewan berdidan sîka cîwarê gerîna bayê gerdişên çirûk hilweşîn jî, rêhevalê xêrê bû. Bi rengên kîjan sawîran xirbeliqa maçên dilniya deriyê gulyazên nepijî derbas kirine? û zebanên derengiya xwegevizînê di toza vegevzîna lavlava gevzandina maçên evîndaran de rû qermiçokî digriyan. Ma ne Keşîşên mizgeftên SOMER xwediyên qehbikên mizgeftan bûn. Pûtên li rex textên lerizîna xweşiyê dawîneka reşikahiya reşiya şevê bi zimanê berbangê dalêstin. Êşek bû; Xweşî bû sîka milbenda heyvê; di jêrî lêvên ezmên de pîvanê xwîşka zilika evdaliyê ditirsand. Paşmangirên cewahîrên sicika zer pelên nenasiya derengiyê diparêztin. Gihiştiya neynûkên mizginiya giha bi çavên narvînê di pencereya xwegihandinê de kilîta rengên aramiyê didîtin û doza berdewamiyê berdewam dikirin. Geh têkçûnê şopa wêrekiyê dajot geh serkeftinê şopa daxwazan dajot û bihîstokê bihîstoka dilan şiyardar dikir. Kerr û kor bûn ev pergalên cîhanê li ber agirê ferşteyên azadiyê, koşeyên pêlanên qehbetiyê tîbûna stêrên PAZDEHÊ şIBATÊ venedişartin û di bin çemekî jar de birçîtiyê, birçîbûn têr nedikir. Xemsariya barîna barana buharê li cobela hewşa bervejêriya dînbûnê toz û kulxan çêdikir û bi keriyên dîngeyên zêtûnên Efrînê sar digeriyan. çêrokbêj lênûsa rojên şimîtok bi şikandina peyalên xweliya agirekî sor û reş re bintoz dikir. Bilindiya dengê şerê mihrivaniyê pêçandina cixarakê ji tûtina Mûşê bû di nav tiliyên kalemêrekî de. Hilma devê gurekî koçeriya belavkirina giriyê xweşiyê bû, ger xêr karê Ahora ye û guneh payedarê gelhotiya sibehê ye ma pariyên parçenanekî şewitî di berîka kîjan roja destladar de maye? Agirê dojehê bi ser merovahiyê ve hêsirên gunehbariya xembar vedixwar û lukmandina gavmeşîna bêhrîkirinê li nav berfa çewtiyê berfîna rengîn dikenand. Neşya dibû ji nav destên xatirxwastinê riya lîskeke veşartî û dizîtiya şemiya narîn didizî. Xelata kamên nediyar ji her derfeteke sor û reş re diyar dikir. Sê mehan barana salê tî mabû; li herdu aliyên evîndar ewrên rengerengî dorpêçkar bû, navend û şêpa windahiyê li ber dergeha rêwîtiyê maçan bi maçan sawîrên tengiya kûraniyê ji xwe re şirovedikirin û tîqtîqên herî buha li ser maseya erzaniyê biderdidan. Hinê ji te re bişkovê kurtikê bendewariyê û vê re kilîta qulpên veşarê xavbûyî, nîgarên giyana xwîşka kêlîlkan di serjimartina gunehên şevê de dîwar zêdegav dikirin. Pencereyên min ên hesinî ne gunehbarin ne jî, xêr cureya hesinê pencereya dizane. Ewrên gundê me pir bilindin; sêwiyên rojê nikarin memikên asmanan xweşik binoşin. Tîrêjên valahiyê nêzîkî devê xêrê ye û kebaniya sermemikên dilpijiyê ne. Mehîka zemînê şahiya salê avdide, baran mêrê zemînê ye û zemîn dayika xêrê ye, ger bendewarî berxwebide tirsa min e ku buhara bîrêkirinê bişewite. Êşa hewildanê di bin fîstanê rûsar de zimanê têkçûnê şil dike û beşa tarmariya girîzeyê hembêz dike. Bawermend e bi baweriyên pûç û xav li rex pijîna simbilên pijî û zeviyên doza rastiyê. Daristanên keçîlok hembêz kiribûn navberên teng û tarî û cîwarê xweşiyê di sîka daran de serî hildide. Deryaya ronahiyê deriyê şilbûna derî vedikir ronak dihişt û sist nedibûn cotkevirên di sînga rojê de Hesp di zeviyên darên zêtûnê de har dibeziyan û govdeyên vala ji salên dûr; maçên koçber ji navberên ronak vedixwarin, ahînên tî li nav hêtên rûçiqandî stûnên konê kamên birçî ne. Li paş gewriya şermgehê zimanê têriyê digere û zilika bendîxanê bi cixara nav lêvên min re her girgîne. Ji bo kanî bi herikîna ava xwe pirtir şilbibe; avika sermediyê zeviyê kamên rêwiyên şevê bi heft stêrên bihuştê ronak bike. Keştiyên berbanga hewesên dilxwaz xwîşka berbirêketina şêpên windahiyê ne, deriyê derya deriyên vekirî girêka zimanê tirsê bi şilbûna şermgeha fedyok vedikir. Efrodêt sînorên şipya derbas dikir û buharê xwe ji salê re tazî dikir, û giya xwe ji zincîrên zivistanê bi hêz rizgar dikir, û dengê bilbilan li geliyê ha ji nuh ve bilind dibe û nîvroj hingiv ji memikên rojê dimije. Serxweşê evînê Pişta gunehan bi dara xweşiyê hilpesart û rûyê sar di buhara sînga rojê de serxweş digerand. Ta ava jînê ji kehniyên zuha biherike çeliqîna çîhanê û pengirîna xwedê li ezmanê xûlyanan xweş bifire. Siwarê riyên dûr li hespê reş bê dudilî siwar bû û zemîn di bin lingên wan de dilerizî. Ahîn hevalê baranê bûn; û ji ewran dadiwerivî ser riwê bêçariyê. çav ji çavan têr nedibûn, lêv bi lêvan diheliya û rê di bin lingên hespan de winda dibû. Ken li ber dergeha lêvên şevê birajtineke payîzê kedî dikir. Va ezê li bendî daketina te rawest im ta çêlikên aramiyê memikên sibehê dimijin û riwê roja sergul bi aramiya xwe dimalêşin. Ji bîrneke li bin konên azadîxwazan her tim birîndar hene; ez jî, di baweriyên xwe de hevaltiya wan dikim. Dibe ku anjiyana mehîka şevê kefa li ser ava bendîxanê zuha bike an bi zêta şermgeha hevdîtina dereng ke lê ez li virim her tim li bendî te me. Ji bîrneke ew rumen poz kuh di deriyên xewnan de çek dibin meya ji ber lêvên rêpanê mane ne. Serxweşên evînê ên di quncikên neynikên demê de dişipin, hemiyan evîna min naskirin e! hemiyan peyalên rêçûnhatina min naskirin e!! hemî kevirên bendîxana lalik bi keçaniya bendewariyê dikenin. Ew hejmara baskokirî di devê pênûsê avdarê de çêlikan dikin. Hejîrên bi darên bilind ve hişk bûne hîna li bendî qufên havînê ne, ji bo qurbanên avdarê mîna giyayê havînê hişk nebin û lawên dêxûnsistan dîsa bi xwe nekenin. Ev bayê di kolanên azadiyê re tê ez nizanim çima ev qas parçe dibe?! xuyaye carekê taştiyeke kurmancî xwariye, yan carekê ji kehniya sikretêrên me vexwariye. Ev hejmara sermedî ji doza revîna şermiya sor û reş bi rengê dazdeh gulên salê serî hildide. Ev kesên ji despêka buharê ve li bendî gupikdana darên tiwê, li bendî bişkivîna şîlanên çiya ne jî, van kasên ji destpêka şevê ve li bendî daketina xewnan li bendî qurmiçandina çavên rastiyê ne jî. Bê tirs deriyên yaxîbûna lewendiyê vedikirin û dojeha bedbînê li rex wan dadiqurtandin. Dem buhare bihna kulîlkên evînê îşev perdên xwegirtinê bêyî ku li zengilê şermgeha tirsê xîne derbas kirine. de dakeve rûşemalê ji belkona xewnên xwe, birûskên zuha kederên derengiyê diçirisînin û birûskên şil rojên geyaya hêviyan rûgeş dikin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Temoz Şemalî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz