Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Taha Xelîl

Taha Xelîl

2 görüntülenme 0 beğeni
Dihat ta devê derî.. fedîbûnê ew dikuşt.. li derî ne dida û vedgeriya dihat devê derî li derî dida fedyê ew dikuşt ...û derbas nedibû dihat devê derî li derî dida ..derbas dibû Laşê min li wir hişk bûbû li hêviya wê fedyê ew dukuşt ..û dîsa derî li min digirt û dicû..! * * * Sîng serê sibê û ziraqa tavê didane avê .. ne sîngên Eyşana Elî ne..! ew Sîng û berê Koçerîka min in û..... lê lê lêlê lê waye..! * * * Bêrîk kûr û dûr e Qulingên mal mîrat lê dixwînin şevên Kanuna bê şevbuhêrk in.. Dar û çinaran xwe tewandiye di pojînin.. Qamişlo nema Qamişlo ye Xifşa Xezala min jê barkir... * * * Tariya bê bêhna te.. Tariya li ser lingekî dilerize Tariya li hêviya te .. di pencerê de sibe ye û stêrên gumanê vedixwe

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Taha Xelîl şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz