Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

Sîrwan Hecî Berko

Sîrwan Hecî Berko

20 views 0 likes
Kî dê guhdarke li kul û derdan? Kî dê dermanke van birînan? Kî dê bide min germa dilovan De bo min bêje, kulîlka dilan! Ne gul mane û ne jî bistan Zuha bûye derya rengan Xweşik neman bo van çavan Bo çi wilo, bûka rengan? Bûme ji wan, ji wan haran Dûr ketime ji ciwanan Pîr im, pîrê bîstûpêncsalan Kwîr bûme ez, roniya çavan Tenê, winda me li daristan Windayê her wext û deman Dikevim rêza gêj û dînan Ma ev baş e, de bêje qurban?! Roj dibin tarîşevan dikevim nav derya xeman Birîndar im li her deveran Ez fetisîm, ava jiyan! Xew nakeve van çavan Ken jî dûr e ji lêvan Her dinalin gyan û can Nabe, nabe bê te qurban! Naxwazim bijîm vê jiyanê Bê te çibikim ji zindanê? çav nayên girtin roj û şevan çare çi ye, Zîna dilan? çi bikim ez, nabînim çaran Tenê yek e ji herduyan An tu werî cem min heyran An jî nabe bê te jiyan. Hannover, 08.06.2002

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to Sîrwan Hecî Berko
🛒 0

Your Cart