Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sîmîn Behbehanî

Sîmîn Behbehanî

2 görüntülenme 0 beğeni
dengê te germ e û bi mihreban e çi berbeyaniyek xerîb di vî dengî de ye dengê dilê mêrê evîndar e ku ev hemû ji guhê min re hevnas e dengê te mîna şerava sor li lamên min ê zer kişandiye xwîn ewqasî mîn sermest dikî nîşaneya meyxaneya te li kû ye? li dilopa şebnemê binêre rûniştiye li ser gulpela mexmelî li mexmela wî nîvtextê sor ger birûnînî min li cih dengê dillêdana dilê min dê ji guhê te re bêje vê gotinê evîndar im û derdê evîndarekê çawa nizanî ku bê derman e? ji çîkeçîka beytikan baxî hişyariya sed maçan dikim were bibîne bê di xeyalê min de çi coş û çi tofanek rabûye çi bê dil û bê dest û pê ez im wisa bû ji destê dawa min çima nekevim kêlekekê ji rûdena poşandî ji heyayê dilê min hemû bû av av av ku serî deynim ser milê te da ku bixwînî û dil bidî da ku aşkere bikim ev çi macera ye bi nehwirandin bibêje zimanê temen ku lingê min e li ser zemînê evînê ji bilî hewayê te li serê min zemîn û zeman lingê li hewayê ne ji Farisî: Muhsîn Ozdemîr 10/01/2014

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sîmîn Behbehanî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz