Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Silêman Azer

Silêman Azer

2 görüntülenme 0 beğeni
Jinên westiyayî ji dilbijandinan radixin mêbûna xwe sîtava kolanin çandî bi kurdayetiyê. şane bi kevirbarandina rûdêmê cihin pûç ser tiliyên bendewariyê. Têrnebûyî ji hêwîbûna şînkayiyê di weşînin bêrîkirinan aliyin sipartî kêlên bakurê mexeltî li ser riwê zuhayiyê. Bi ser hev de tînin çîrokên cinawer û pîrhevokan û bi hîmekî ker, serê berbangên xwe dixurînin. Buhûrtî li ser destê bayekî mijûl, bi jihevkirina quloçên, xemgîniyê. Hîna paye dikin keçîndariya zerbûyî bi demsalin, jibîrbûyî bi çavên, dilsariyê. Ewin, comerdin, bi têrkirina bergorin xilmaş li ser saldîdeya qelşin, nalkirî bi piyên, revokiyê. Naxwe win kedî dikin fira xwe, di rêgehên sawê de, win hîn dikin dilbijandinê bi belbûna pêsîra qêrîniyê. win diyarî xweşkbûnê kirine, dilmê sîngê kurdejinin bi guroverbûna dildariyê. Di kevandinin serqot de, win vebûnan distirînin, ber bi bêçariyê. win jibîr dikin, kevirên kevzgirtî, di herikandina çemin herbilî de li qeraxên şîrvekirinê. De rakevin bîstekê, di ber hilma min de, da win qar bibin, li silbûna hênijandinê. Tengbûne li lêbanînê, çirên boşeya dilovaniyê. "ji hêviyane,win, û ji Axê ne hêvî" dagirtîne sîberên we, bi ahengê, demên xweliyê. Win şûnmayîna xewrevînê kelaşek, di sûravka tayê de, li ber serê koçgeha, şevên pakiyê. Bi dawî dibe, berê destpêkirinê, win dişin bipûnin rişma cirîdê. Ma win lîlandinek bûn...? di piçûkbûna tûrikê şagirtekî de ber bi pîneşopên avê de dişêlan. û zer pelek bûn di eniya barabûnê de bi bêjeyê tilûran didêran. Cûmek jibîrbûn bûn, bi gewriya van bakuran ve, dihêlan. Serê we yî kojandî, bi xewnên şevan, li ser rehnê gêjbûnê, dixelin. Keserên tirişbûyî bi lêbarîna tozika xweziyan, morîkên şîn bi bejna we ve dadileqînin. Di ser re çûn qelşên hişkbûnan, ji cendekê cinawirin bizdiyayî, ji birqîna xwêdana nalînan. Hîna win li binavkirinan dilikumin, û win sibehan qayil dikin, bi şevpestên jiberçûnan. Kevirbarandina:???? ?? ??? Keçîndariya:????- ??? ????? Saldîdeya:???? ?? ????- ???? Rêgehên:????- ????? şevpestên:????? ?????

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Silêman Azer şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz