Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sezai Karakoç

Sezai Karakoç

2 görüntülenme 0 beğeni
mona roza gulên reş, gulên sipî gulên geyveyê û nivînê sipî çûkê perşikestî rehmet divê ax, wê ji ruwê te tev bi xwîn bibe mona roza gulên reş, gulên sipî dengê wawîkan tê li hember heyvê bi tirs dinihêrin kîvroşk li çiyê mona roza îro ez ne l’ser xwe me baran xwehir xwehir xwe l’axê dixe dengê wawîkan tê li hember heyvê şibakê veneke, perdeyan bigre mona roza xwe ji ber min veşêre awirek te besî mirina min e famke mona roza dîntiya min e şibakê veneke, perdeyan bigre darên zeytûnê û siya bihîkê bi min derdikevin roniya tavê hungulîska nîşanê, dengê derîkî te tînin bîra min ji her alîkî darên zeytûnê û siya bihîkê sosin di tenhayiyê de vedibin û kulîlkên wehşî tim bi xurûr in bayê li pişt mûmekê disekine rihê bê roniyê min dihejîne sosin di tenhayiyê de vedibin destên te, destên te û tiliyên te wek gula hinarê biperçiqînin jin ji destên xwe tête naskirin weku di binê behrê de digerin destên te, destên te û tiliyên te zeman çiqas zû dibuhure mona seet duwazdeh e vemrîn lembeyan raze da ku quling têkevin xewna te li ezmên nenêre evqas şaş û behitî zeman çiqas zû dibuhure mona mexriban tên hertim çûkên hejîran datînin li bexça te ya hejîran hin ji wan sipî ne û hinin zer in ax, bila l’dewsa çûkan min bikujin mexriban tên hertim çûkên hejîran ku ez mona roza te peyda dikim li nava çavên çûkên hejîran bi jînê tijî dike vê babirkê ew awirên masûm... li ber avekê ku ez mona roza te peyda dikim dilmayî nenêre l’ruwê min roza hê te nebhîstiye ji min awazan bi her sazê l’hev nake evîna min strana herî delal, fîşeng dibêjin dilmayî nenêre l’ruwê min roza êdî bawerke j’min keça muhacir guh bide û qebûlke itirafa min êşeke sar, êşek xerîb, êşek şîn alav alav girtiye her aliyê min êdî bawerke j’min keça muhacir piştî baranê mezin dibin sinbil fêkî bi sebrê dighin, çêdibin rokê li lîliyên çavê min binêr tuê fêhim bikî mirî çima dijîn piştî baranê mezin dibin sinbil bazinên zêr û ew laşê bêhnşêrîn bila cewab bidin vî perrê bi xwîn perrek ku can dide ku tu bikenî perrek ku girtiye li şev û rojê bazinên zêr û ew laşê bêhnşêrîn mona roza gulên reş, gulên sipî gulên geyveyê û nivînê sipî çûkê perşikestî rehmet divê ax, wê ji ruwê te tev bi xwîn bibe mona roza gulên reş, gulên sipî ji Tirkî: Sabah Kara (bi navê mustear: Hozan Oflaz) ji kovara Nûbihar, hj.13, 10-1993

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sezai Karakoç şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz