Tu dizanî li te ez aşiq im her rast û dirist
Herdu çavên te ne meqsûd, ev çi mescid, çi kinişt
Ev çi mescid çi kinişt in, çi çilîpa we çi dêr,
Her tu yî tu li me mehbûb, mu xo zennarî ne best
Bes li min ke tu tewella, tu yî nûra dil û dîn!
Tu çi ra ser li me badî? Cegera min te birişt.
Cegera kul te pijandî, dil û sînem herişandî,
Eql û jînê me revandî, ruhê şêrîn te nehişt.
Ruh li min bir te nehiştî, hêj li yar ez negehiştî,
Rast û çep kir ber û piştî tîr û şîr û rim û xişt.
Tîr û rim da bedena min pêht û dax da kebeda min.
Xûn rijandî j’kezeba min te bi zilf û per û qişt.
Per û qiştan tu li ba ke zilf û biskan li mila ke.
Me bi dêma xwe tu şa ke ma didim xuld û bihişt?
Em ne muhtacê bihuşt in, bel ji Dozex me ne tirs!
Wer birêj badeya gîsû! bûme ez badeperest.
Bide min badeya dilsoz, ji lebê le’lê şekersoz.
Ez ji wê torreya feyroz, da bikim hirz û nivişt
Ez bikim hirz û hemaîl, herdu biskên ku selasîl
Belku bit bû me delaîl, ez ji wê hurîsirişt
Ez ji wê hura lebîb im, dixurim mey ji hebîb im
Şevekê bit me nesîb im, Ez li yarê bigehişt
Ez li yarê binuşînim, ku ‘esabê bihilînim
Bedra nûrîn birevînim, me ku her ev me dixwest
Me ku her ev me nîyazî, dikî der subh û nemazî
Ku bidit Qedrîyê xazî, necm û bedr û pîr û bist
Çavkanî: Facebooka Abdulkadir Bingol
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Seyîd Muhemed Qedrî Hezîn Cizîrî şiirlerine dön