Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêx Şemseddînê Qutbê Exlatî

Şêx Şemseddînê Qutbê Exlatî

2 görüntülenme 0 beğeni
ez ge mestê meyyê ‘işq im, te ne na ha ya hû misr û bexdad û dimeşq im, te ne na ha ya hû teşneyê abê wîsal im, ji xemê ‘işqê dinalim aşiqê heyyê celal im, te ne na ha ya hû kulkeyê cerge kebab im, bêxew û mest û xerab im saqî û xemr û şerab im, te ne na ha ya hû ‘aşiq û deng im û kas im, melek û cin im û nas im xeyrî wî kes dî nenasim, te ne na ha ya hû walih û kas im û deng im, mest im û xoş im û şeng im ser bi ser pêt û pereng im, te ne na ha ya hû ez ê bê cah û meqam im, xadim û şah û xulam im meşrûq û nûr û zelam im, te ne na ha ya hû mezherê zat û sifat im, me’denê ‘eynî heyat im keştî û nûh û necat im, te ne na ha ya hû hadiyê rah û delîl im, nemek û xwan û xelîl im benîyê xas û celîl im, te ne na ha ya hû sahibê qelbê selîm im, dijminê dêwê recîm im cebelê tûr û kelîm im, te ne na ha ya hû muşkil û hell û beyan im, xefî û sirr û ‘eyan im nadirê ehlê zeman im, te ne na ha ya hû walih û mest im û faş im, ser û rîşantî tiraş im ke evist mal û qimaş im, te ne na ha ya hû ‘enber û misk û bixûr im, suhûf û lewh û zebûr im agir û av im û hûr im, te ne na ha ya hû ramiyê işq û xumar im, min nema sebr û qerar im ‘aşiqê wesletê yar im, te ne na ha ya hû walih û mest û cinûn im, ji xemê ‘işqê zebûn im ‘aşiqê heyyê bê çûn im, te ne na ha ya hû bilbilê aşiq û werd im, kulkeyê bêxwab û xwerd im ji xemê dostê bi derd im, te ne na ha ya hû samit û lal û xemoş im, sirrê yarê xo dipoşim ger çi ez badefiroşim, te ne na ha ya hû xilwetî ‘aşiqê mest e, qedehê bade di dest e ji dinê ew bi perest e, te ne na ha ya hû

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêx Şemseddînê Qutbê Exlatî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz