Li ser masa girî
Lêvedana lêvin dûmanî
Li qiraxa peyaleke vala ji girrava tirî
Li ser masa girî
Namake badayî ji hêstirin guvaştî
Tîp têde nayê xwendin … mar nayê birrî
Li ser masa girî
Xelekek zêrînî ji tiliya xwe mabû
û… kilîtek venake deryên vekirî
Li ser masa girî
Pirtûkek evînê..evîn têde nemabû
û …deriyek ji hêstirê mûmin vemirî
Li ser masa girî
Alek pêçayî ji rengên beyanî
û… welatekî razayî di himbêza xewnên leşkerekî mirî
Li ser masa girî
Nivîsokek zuhabû ji xewna nivîsê
Navnîşana namakê pê naça serî
Li ser masa girî
Davikek nêçîrê ji xapê mirova
û … rêstikek hêstir ji xewnên çivîkan
Di sukra zarokekî bûne kerî
Li ser masa girî
Buxçikek dagirtî ji xwezîkên parsek
û … kirasek ji perda şevnî reşkirî
Li ser masa girî
Buha min kirîbûn bi arzanî difroşim
Ka kê dikirî …. Li ser masa girî ….
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Şevreş Jaro şiirlerine dön