Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêrkoh Hopo

Şêrkoh Hopo

2 görüntülenme 0 beğeni
Her pîremêrek dipeyive Amûdê … Digel tinebûna min Têt berçavê min Ew firokên bumbebarî Ew ar û dûman AMûDÊ kirin ROMA diwem Lê hêjî daneket serçogan Ma pêdar … Berxwedana jiyanê berdewam kir û hêjî berdewam e Digel ku ... Bi sedan suxtêd xwe kir bexş û gorî Bûn goriyên çi..? û diber kê de ..? * * * Amûdê ... Ji jiyanê cuda nabî tu Dayik hê hene ... Landikan dihejînin ... Bi ken û şahî Stêrî ... Di asîmanê cîhan û gerdûn de Tu mêwî ... Di dara jînêd Her çavsor bi kerb û kîn ... Dinêrin ... Bi fort û diran qiriçandin Liser hespa sitemê amadene Bo hêriş ... Hêrişkirina berbata jiyanê Te veçirînin ... şap nîne te bi bertekin çunkî kurênte ... Rûbarîwan konevanî çekdarin *** Dizanî...?! çi şeydayê sobelanîme Bilez berî didim çem Ew çemê di hinavêted dibûre ... Wekî damarên xwînê çawa can bêxwîn dijî ...? Nizanim ... çawa gotin lihev tên ...! û ez çi bêjim çemê Amûdêy beraz kuştî ... An ....... çe ......!!!!!!! Rad´westim ... Dîtin û nêrîn ... Kela dilê min vê gavê bi ajaw ... Vedimre û sardibe Bê avreşandin * * * şarê min ... Ho zayîna rozgarê Cihê xebatkar û kungeran çiqas xebatkir ... û dawî ... Rûnişt di qundisê de Naa ... Neçûye bertelef ew xebat Ne rûniştiye dest liber rû şewat û suxte ... Pir arên nayin gotin Di erşîvên milet de parastîne Bi dîrok û rojname û tu ji helbestêd min re jiyane * * * Amûdê ... Jîn têt xepartin ... Bi sitêrên jehrewî ...! Ser dara jîna te dixwîne ... Wekî kundekî ... Sîperê baskşikestî û tu mijûlî ... Bi dermankirina baskêd wî Bi zor xinizî ... Pif dike şemala te Divêt tinebikî ji gerdûn ... Ruhniya tey geş Heya ji taristana xwey kirêt Qencî ..neqencî ... Weke hevin linik nezanan Tim findî ... Findeke gerdûnîye venamirî în, 07.06.1991

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêrkoh Hopo şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz