Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şêrîn Gêlo

Şêrîn Gêlo

2 görüntülenme 0 beğeni
(( Bi evînek mezin welatê me dibe xanîkekî biçûk ez û te derdan di nav dîwarên vê malê de dilorînin )) Gurzek kulîlk ji riwê min û kevçîk hingiv ji çavên te wê çar dîwarên bela bi ber hev de bînin ji evîna me re bike mal jînê di nav lêvên me de bike peyal Tê min di siya baskên xwe de veşêre di himbêza xwe de ji min re çê ke welatekî tê de ne penaber bim û ezê nêrgizan yek bi yek ji helbestê evîna te bidim hev ta bikim ewrekî sipî ji çar dîwarê xanîkê me re bikim ban jînê di çavên xwe û te de bikim gulan bila stûna konê me di axa vî welatî de bibe dar mîna konên mihacira ji bîra min bibe cano şerê bira girtiyên zindana li ber destê mar û gura û gorên sê pakrewana di navbera du sînoran de dikin dîlana newrozan li ser serê gira were ji min re bibe bav û bira ji van derda tenê carek bixwazim xatira ey stona konê mino rengê roka ala mino keskahiya zeviyên welatê mino weke evîneke mezin bibar yaseya demê bixapîne û bibar weke rondikên yara bibar ji berfê re bibe zinar weke girî û şahiyê bibar wek ken û êşê weke cejnê li ser lêvên zarokên jînê weke şahî û mizgînê bibar van payîza bike buhar ji xêzikên vê zemînê bişo bêhna sêvan li tev xerdela dijwar li ser tirafa zindana şewitî û sînemê bibar di êvarên newrozan de di sînga dijmin de bibe pêt û ar.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şêrîn Gêlo şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz