Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şepal Hêvo

Şepal Hêvo

2 görüntülenme 0 beğeni
Tu li hêlekê Ez li hêlekê û di navber a me de Du kêl bang didin Tê bîra min... çaxê ku xwîn di dêmên me de şîn dibûn çaxê ku xêzanî xwe paye dikir li ser masa birçîbûna me çaxê ku me digo qey evîn şekireke û di hemû cejnan de nabe para me Erê gulê Kes ne bû ku bînberdana meyî tewşo mewşo bixwîne Tenê gazineke gêj di serê me de digeriya. Tu li hêlekê Ez li hêlekê û di navbera me de Hewareke deng ketî guhan qul dike Ne tu Ne ez zanîbûn ku emê bibin cêwiyê êşeke şor Erê gulê Ne şev me himbêz dike Ne jî roj bi me şa dibe. Tu li hêlekê Ez li hêlekê û di navbera me de Helbesteke xwas girî distire Kenê qaçax te bire kû Dê gotinan şiyar bike Bila çengên AHORAMEZDA bişikin Bila zarok bi me bikenin Erê gulê Evîn a te ji xwêdana şagirtan tîrtire di sorbûna dilê min de rengekî har e li navê xwe diger e. tu li hêlekê ez li hêlekê û di navbera me de sitraneke sêwî dûrbûnê note dike

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şepal Hêvo şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz