Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Selîm Berekat

Selîm Berekat

2 görüntülenme 0 beğeni
Lê mîna janekê Bask bi pêş de diçin Mîna janekê kurd ber bi rastiyê ve diçin mîna janekê roj kor derbas dibe Mehabad û ez koçerî bi koçerî bi eynî şiva xwe bi cot solên werzişî û çepikên lal yên li ser derenceyan jibîrkirî ez xwêdana li ser eniya te zuwa dikim ey firîşte û hestiyên xwe didim ber herdu baskên te da ku xaka li pişt te diweşe bicivînim bahoz bi bahoz û ciwanî bi ciwanî li hêviya ku ez tîra dawî biawêjim aliyên xwîna dawî pişt re ezê xwe bijimêrim nalîn bi nalîn ji Mehabad ta Mehabad Ji:MEHABAD ber bi olimpiyada Xwedê de bo Kurdî: Jan Dost rûpel:55-56 weşanên AVESTA

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Selîm Berekat şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz