Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Sêfedîn Qadirî

Sêfedîn Qadirî

2 görüntülenme 0 beğeni
Li ser sînga demê Melevanê kelekê me Geh li vê hêlê Geh li wê hêlê me Carna li nîvê rê me Berî elend û berbangê me Li ser pêsîra rast û çepê me Piştî tarîyê me Li hêviya gewriya rojê me Di xewna xewnê de me Tim bendewar û guhdar lê me * * * Li ser sînga demê Di cirîda hemdemê Ji paxil û lemê dikim nêçîrê û diçînim sêv û hinarê Hêdî hêdî nêzîk dibim ji qolanê Da ku li bin siya dare maç kim zerî kubarê (xanimê ) * * * Li ser sînga demê Hatim û çûm dîsa têm Digel bayê evînê, hîn û hezkirinê Digel pişkiftina gulan Werzê evîndaran çaxê xwendina kewan Himbêzkirina dost û yaran Têm û têm * * * Li ser sînga demê Siwarê deynasorim Bazê Sîpan û Xelat im Xwedanê şaristanîme Bi asoyên vekirîme Jiyana bi gul û beybûnim Berî her tiştî mirovim Pîrozim Lê belê fêkî yê jiyanê me Guldana gerdûnê me Ez heme û dê hebim Kurdim Kurdim. * * *

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Sêfedîn Qadirî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz