Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Salwa Gulî

Salwa Gulî

2 görüntülenme 0 beğeni
Spêdeyek bi reftariya xwe ve.. Dibe mêvan li ber qentera jiyana min. Pirpirîka li ser belgên xewna min difirîne, difirîne.. sefer ji bo çerxê nezana.. barê axîna li ser mijûlankan da hat, h a t. çav man di bin giraniyê da. Barê xewnan da milê xwe.. îro zibara kovanan e. Xewnêt min loyan jî vedinijinînin. Ahîna dilê min rondikan vedimêje Li gel xerîbiya min. Mûmika arama min dirazînim di hêlîna janan de, dadikêşim dîlanan bi pencên xwe gerdena min.. Mohur kiriye. Tapo kiriye. Bûye melkûra êş û jana. Ji kwîratiya birînan..! şahidiya xewnêt min..! Melikê mirinê çavên xwe.. li min tarî dike.! Vemayî me!!? Li navbera.. Nal û bizmaran. Ne piyêt min erdê digirê, Ne destên min.. Digihin asîmanan..! Rûniştî me.. Hîvîa dixwazim li bin siha sêdarê. Hizrên xwe jê re dikim diyarî. Başkuvka jiyana min: Mûmika li nav jana dil. Omîda min.. Başkuva geş e. 26.07.2002 *Salwa Gulî: Helbestvaneke kurd ji Duhokê ye û li Swêdê dijî.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Salwa Gulî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz