Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Şahînê Bekirê Soreklî

Şahînê Bekirê Soreklî

2 görüntülenme 0 beğeni
Fatîmeyê çavên te reş Serê te bazîn e Porê te şevîn Rûyê te xemgîn e Bila ronediya dayê Te bi bîr wîne û bilorîne Malwêranê keçê Ma te bi bîr nehanî Tu ji welatê şînê yî Xwînê diafirîne û dirijîne Biraziyê Xweziya şagirteke apê xwe bûyayî Min ê gotiba te Xwe bi rojên havîna Swêdê mexapîne şevên zivistana wê dirêj û tarî ne Dilên şikestî di nav wan de veşartî ne şalûlê Nifşê te yekî dilbrîn e Bavan gotin em bo xatirê zarokan derketine Zarok mezin bûn û rojekê pirsîn Ma em ji vir in lê ji wir in? Em nema dizanin em kî ne! Peyayê li welatê xwe serbilind bû rojekê Kevokeke xweşik li Uppsalayê xwedî dikir û hew dît kevoka wî bi firran ketiye Baştir dît wê bikuje Da ku sirûdên azadiyê ji qefesê dûr nexwêne Xewnên te rengîn bûn Fatîme Hêviyên te mezin Lê te ji bîr kir Rehên te ji welatekî ne Tu dest jê berdî jî Ew te bernade Kevokê Ew ê te bikin bokeya azadiyê Yan qurbana baweriyê Hinek jî dê bibêjin Rebenê rê wenda kir li xerîbiyê Lê çi gotin bila bibêjin çirûska jiyana te vemirî û xewnên te di bin berfa Swêdê de sêwî man Min îroj li vî welatê dûr li wêneya te niherî û di çavên te de xwîşkeke xwe dît Panzdeh salîn avêtibûn gora zewacê Min di porê te de shevên welêt dîtin Ku vedişêrin di nav xwe de Pêlên xezebê û yên evînê û rûyê te yê xemgîn Hezar keç û jinên Kurdan raber kirin Ku bi evîna xwe dikujin û vedijînin Fatîmeyê çiqa Swêd li ser te bigirî jî Jana di dilê bavê te de kûrtir e Jiyana rebenî Di nav çandeke din de hêvan girtibû Hêvî û xewnên wî jî Bi ber bayê qedera bêbav ketin û ew ê li dû te zindî têkeve gorê Ta ku ji çemê bexteweriyê dûr Rojekê bi hesreta delala xwe dimirê Ew ê di gorika xwe de Bi dizî li ser çavreşa xwe bigirî Lê dereng e êdî Mirov carekê dijî Biraziyê Em ê bikin ku tola te wergirin Lê ne bi rijandina xwînê Bila navê te bibe şana jînê û nehêle jineke kurd bête kujtin Ji bo xatirê evînê De lorî keça bedewê lorî, lorî De lorî Fatîmeyê, dayik bi gorî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Şahînê Bekirê Soreklî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz